Şêniyên Şexmeqsûd: Em li dijî destwerdana Tirkiyê ne

Şêniyên taxa Şexmeqsûdê ya bajarê Helebê gotin: “Armancên gefên dewleta Tirk ên bi hinceta parastina ewlehiya sinorê xwe, berfirehkirina berjewendiyên xwe yên li Sûriyê ne. Em ê jî li dijî gefên Tirkiyê li rex şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin.”

Şêniyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destwerdan û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê şermezar dikin. Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê jî diyar kirin ku ew dê li dijî gefên Tirkiyê li rex gelê herêmê bisekinin. 

Şêniya bi navê Emîne Elo got: “Dewleta Tirk êrîşî Efrînê kir û bi hezaran şêniyên wê koçber kirin. Îro jî dixwaze şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  koçber bike. Lê belê em nahêlin destwerdana Tirkiyê, çêbibe û em amadene li rex şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember Tirkiyê bisekinin."

Şêniyê bi navê Elî Misto diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze bi hinceta parastina sinorê xwe Sûriyê dagir bike. Lê belê gelê Sûriyê ti şer bi Tirkiyê re nekiriye û nêzî sînorê wê jî nebûye. Armanca Tirkiyê berfirehkirina berjewendiyên xwe yên li Sûriyê ye.”

Şêniyê bi navê Arif Osman jî got: “ Em piştgirê şênî û hêzên xwe yên li Bakur û Rohilatê Sûriyê ne. Em amadene li rex wan li hember destwerdanên Tirkiyê bisekinin. Em destwerdana Tirkiyê red dikin. Gefên wê ti bandorê li vîn û hêza me nakin."

Şêniya bi navê Zeyneb Henan jî got: "Em nahêlin Tirkiye xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din