Şêniyên Serêkaniyê: Na ji dagirkeriyê re

Li dijî gefên dewleta Tirk, şêniyên herêma Serêkaniyê çalakiya mertalên zindî di roja duyemîn de berdewam dikin û li dijî dagirkeriyê berxwedanê tekez dikin.

Çalakiyên mertalên zindî li herêma Serêkaniya di roja duyemîn de bi beşdariya bi sedan şêniyên herêmê berdewam dike.

Çalakiya roja duyemîn bi beşdariya bi sedan endamên şaredariyan, endamên saziyên sivîl ên kantonên Hesekê û Qamişlo bi rê ve diçe.

Di çalakiyê de piştî rêzgirtinê, endama navçeya Zirganê Hebûn Xalid axivî û got: "Li dijî gefên faşîzma Tirkiyê, îro em hemû kom bûne. Bi yekdengî em dibêjin; na ji dagirkeriya Tirkiyê re û em ji raya giştî ya cîhanê re dibêjin em hemû li dijî gefên ku biratiya gelan û yekitiya herêmê dikin armanc, mertalên zindî ne."

Hebûn Xalid axaftina xwe wiha pê de bir: "Nexasim piştî QSD`ê serkeftinên mezin li dijî çeteyên DAIŞ`ê bi dest xistin, em ji raya giştî re tekez dikin ku dewleta Tirk bi gefên xwe hewldana tolhildana ji QSD`ê dike."

Hebûn Xalid diyar kir ku amade ne parastina xak û gelên xwe bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em berxwedana pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji hêzên leşkerî bigire heta gelên ku piştgiriya QSD`ê dikin, silav dikin û dibêjin na ji dagirkeriya Tirkiyê ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê re."

Paşê hevserokê Şaredariya Dêrikê Hesen Hemze axivî û berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û got: "Em îro berxwedana gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav dikin, ev berxwedan nîşana yekrêziya gelên herêmê li dijî êrîşên li ser herêmê ye."

Tê payîn ku sibe şêniyên navçeya Dirbêsiyê serdana konê çalakiya mertalên zindî bikin.

(eh)

ANHA


Mijarên Din