Şêniyên Serêkaniyê: Em ê dagirkeran têk bibin û piştgiriya gel bikin

Şêniyên li eniyên Serêkaniyê ku li kêleka QSD`ê ne û parastina bajarê xwe dikin, got dagirkeriya Tirkiyê dê bi bin bikeve û ew ê heta serkeftinê li kêleka QSD`ê bin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 9`ê Cotmehê ve dest bi êrîşên xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir. Di demekê de ku şênî berxwedaneke mezin li kêleka QSD`ê di têkbirina êrîşên dagirker û çeteyên wê de pêk tînin.

Şêniyê bi nave Cûdî Kobanê yê 58 salî ku bavê 2 şervanan e, wiha got: "Ev 7 roj e em li eniyên Serêkaniyê şerê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê dikin."

Cûdî wiha domand: "Ez bi 2 zarokên xwe yên şervan Nisret û Sibhî li eniyên şer im. Ew niha her du li eniyên pêş in, em ê hemû canê xwe feda bikin û dev ji xaka xwe bernadin. Gelê me piştgiriya me dike."

Her wiha şêniyê bi navê Derbas wiha got: "Ev 7 roj e em li eniyên navçeya Serêkaniyê ne. Artêşa Tirk a dagirker bajar bombebaran kir û gelê wê perîşan kir. Ji ber vê yekê me bersiv da û êrîşên wan têk birin."

Derbas wiha bi dawî kir: "Erdogan nikare Serêkaniyê dagir bike. Em ê bi şervanan re heta dawiyê li ber xwe bidin û serkeftin a me ye."

(jo)

ANHA


Mijarên Din