Şêniyên Şedadê: QSD îradeya me ye û em parçebûnê naxwazin

Şêniyên Navçeya Şedadê û gundewarên wê, tekez kirin ku ew dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker red dikin û gotin `` QSD îradeya me ye û em parçebûnê qebûl nakin.”

 

Bi sedan şêniyên Navçeya Şedadê û bajarokên girêdayî wê, îro bi boneya Roja Cîhanî ya Parastina Rojava, meşeke girseyî li darxistin û di kolanên sereke yên navçeyê re meşiyan.Meşvanan pankartên spasiyê ji dewletên piştgirya vê roja cîhanî û Berxwedana Rûmetê kirine, hildabûn.

Meşvanan siloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê, şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bilind dikirin û tekez kirin ku QSD`ê îradeya wan e û parçebûna Sûriyê qebûl nakin.

Meşvan li navenda navçeyê rawestîn û li ser navê Kongra Star a navçeyê daxuyanî hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endama Rêveber Reca Ehmed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de ``Spasiya hemû gelên cîhanê hate kirin ku li zêdeyî 30 dewletan rabûn û di vê rojê de piştgiriya Berxwedana Kobanê hate kirin û bû Roja Piştgiryê bi vê berxwedana hempa re ku li kobanê DAIŞ hate ji navbirin``.

``Îro jî careke din rejîma Erdogan ê tawanbar hewil dide hin başên Sûriyê dagir bike, şêniyên resen koçber bike û guhertina demografî pêk bîne.`` 

``Em vê rojê li qehremanên berxwedanê silav dikin ku jiyana xwe ji bo azadiya hemû gelên bindest li hemberî dagirker û stemkarên Osmaniyan sekinîn, pîroz dikin.``

Meş bi siloganên yekbûna pêkhateyên herêmê û sekna li dijî dagirkeriya Tirk, bi dawî bû.

(rr)

ANHA


Mijarên Din