Şêniyên Şedadê: Qedexeya derketina kolanan parastina bingeha civakê ye

Şêniyên Şedadê gotin: “Xweparastin, karantîna û qedexeya derketina derve ji girîngtirîn hîmên silamtiyê ne û parastina civakê ye.”

Piştî belavbûna vîrûsa Korona li cihanê û ragihandina wê wek pandemî, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê biryara qedexeya derketina derve û cudakirina bajar û herêmên Rêveberiya Xweser ji hev da.

Bi hevkariya di navbera komîteyên tenduristiyê û şaredariyan de ji bo parastina ewlehî û silametiya şêniyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rêgirtina li pêşiya belavbûna vîrûsa Korona, hemleyên pakkirina sazî û kolanan destpê kirin. 

Şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê piştgiriya biryara Rêveberiya Xweser kirin.

Şêniyê bi navê Husam El-Dexîl teqez kir ku pêwîst e şênî biryara qedexeya derketina derve, ji ber ku tedbîrek hişyariyê re ku ewlehî û silamtiya şêniyan dabîn dike.

El-Dexîl bang li şêniyan kir ku bi xemsarî nêzî mijarê nebin û tedbîrên pêwîst bigirin û got: "Çîn jêdera vîrûsê û belavbûna wê ye. Çînê karî vîrûsê kontrol bike û hindek maye bêje biser ketiye. Ev tişt pêk hat ji ber ku gelê Çînê xweparastin û ketin karantînayê."

El-Dexîl şêniyên ku di malên xwe de mane, serdanên di navbera gundan û bajaran de qut kirine û perspektîvên xweparastinê pêk anîne spas kir.

Şêniyê bi navê Basim El-Ezîz, pesna biryara qedexeya derketina derve da û got: "Ev ji zanabûn û berpirsyariya wan li hember silametiya şêniyan û civakê tê."

Girêdayî heman mijarê şêniyê bi navê Munzir El-Xelîf asta zanabûn û çanda şêniyên Şedadê vegot û got: “Şênî bi zanabûn bi Rêveberiya Xweser re dibin alîkar, da ku wan û silametiya wan biparêze.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din