Şêniyên Şedadê: Ji mafê Rêveberiya Xweser e ku  DAIŞ` darizîne

Şêniyên navçeya Şedadê gotin, divê civaka navdewletî û desteya NY’yê biryara guncaw a cihê darizandina dadgeha navdewletî bistînin û wiha dan zanîn: "Me fotoriya şerê têkbirina terorê da û bi hezaran şehîd xwe kirin feda. Lew ra mafê rêveberiya me ye ku dadegehekê ji bo darizandina çeteyan li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike."

Çavê her kesî li ser avakirina dadgeha navdewletî ya ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi destê Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) têk çûne.

Bakurê Sûriyê û Rojhilatê di dema serweriya DAIŞ’ê de bû şahîdê kiryarên hov, komkujî, girtin û îşkencekirin, firzkirina ramanên tundrew li ser şêniyên herêmê û leşkerkirina zarokan.

Tevî ku Bakurê Sûriyê bi rêyên hêzên xwe ji YPG, YPJ û QSD’ê,  çeteyên DAIŞ’ê yên ku bibû belataya tevahî cîhanê, têk birin û bi hezaran şehîd dan hin alî hene ku dixwazin dadgeh li derveyê herêmên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê avakirin.

Di vê çaçoveyê de şêniyên Bakurê Sûriyê pirs dikin ku, ma ne ji mafê gelên herêmên Bakurê Sûriyê û Rojhilata wê ye ku dadgehek bi sponseriya desteyên navdewletî û di bin sîwana Koalîsyona Navdewletî de bê avakirin û hesab ji çeteyan were xwestin?

Piranî dibînin ku avakirina dadgehê li xaka Bakurê Sûriyê, dê rawe be ji ber êşên ku wan herêman kişandine.

Di vê derbarê de hin şêniyên navçeya Şedadê ya girêdayî kantona Hesekê nêrînên xwe bi ajansa me ANHA’yê parve kirin.

Şêniyê bi navê Refet Şiwêt got: "Divê civaka navdewletî ji nû ve li nêrîna biryara avakirina dadgeha navdewletî ya ji bilî li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê vegere. Me û  hêzên xwe, ew têkbirin û baca me jî bi hezaran şehîd bû, her wiha wêrankirina binesaziya herêmê ye."

Li aliyekî dîtir jî dayika bi navê Irtîfah Abdullah a ku piştî darvekirina hevjînê wê bi destê çeteyên DAIŞ’ê li Dêrazorê der barê avakirina dadgehê li Bakurê Sûriyê de wiha da zanîn: "Divê dadgeh li xaka ku şehîdan bi xwîna xwe av daye da ku her jinek ku hevjînê wê şehîd bûye li pêş çavên xwe darizandina wan çeteyan bibînin, bê avakirin."

Ji aliyê xwe ve jî Mihêdî Dixêm ê ji gundê Keşkeş El-Cebûr ê başurê Şedadê ku gund bi temamî hatiye hilweşandin û got divê civaka navdewletî û Desteya NY’yê biryara guncaw a cihê darizandina dadgeha navdewletî bistînin û wiha dewam kir: "Me baca şer a têkbirina terorê ya bi hezaran şehîd da û rêveberiya me ya xweser heye û ji mafê wê ye ku dadegehê li xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bike."

Dixêm bang li civaka navdewletî kir ku divê li hejmara mezin a windakirina şehîdan û wêrankirinê der barê tunekirina terora ku li ser hemû cîhanê bûbû xeterî de, binêre û delîlên li ser kiryarên çeteyan, li rex gelê wan heye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din