​​​​​​​Şêniyên Şedadê: Hewldanên Tirkiyê bibin ketin

Şêniyên Şedadê diyar kirin ku hewldanên dewleta Tirk ên ji bo belavkirina tevliheviyê û têkbirina yekîtiya di navbera pêkhateyên herêmê de bibin ketin. Her wiha destnîşan kirin ku êrişên dewleta Tirk vîn û îsrara wan a ji bo berxwedan û serkeftinê bilindtir dike.

Dewleta Tirk a dagirker  bi rêya piştgiriya komên çeteyên ên bi navê “Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê” hewl dide tevlihevî û terorê di navbera pêkhateyên ku ji hezaran salan ve bi hev dijîn de, belav bike.

Her wiha bi rêya topbarana bêserûber û pêkanîna komkujiyên der mirovî ji revandin, kuştin û koçberkirin armanc dike qada dagirkeriya xwe fireh bike û demografiya herêmên ser sînor bi giştî biguhere.

Şêniyê bi navê Elî El-Bedir ji şêniyên navçeya Şedadê di vî warî de got: “Tirkiyê hincet û sedemên ne rast peyda dike da ku tevna niştîmanî ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe. Her wiha ji bo ku derbasî axa Sûriyê bibe avakirina herêma ewle û rizgarkirina şêniyan kir hincet.“

El-Bedir pirsî: “Gelo Tirkiye dixwaze gelê herêmê ji kê rizgar bike? Bi hezaran sûrî ji hêla rêxistina terorîst a ku piştgiriya wê dike, hatin kuştin. Gelo wê demê li ku derê bû?”

Di nav gotinên xwe de El-Bedir destnîşan kir ku sûcên ku Tirkiyê di salên dawîn de kirine û heta niha dike, mudexeleya karûbarên Sûriyê îsbata dike ku ew dewletek mêtînger û terorîst e û ev tişt anî ziman: “Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitî û hevgirtina xwe ava bikin da ku terorê têk bibin û bi serkevin. Tirkiyê bi rêya dagirkirina herêmê û piştgiriya komên çeteyan li Girê Spî, Serêkaniyê û sînor, tevlihevî û teror belav kir. Beyî ku garantorên aloziya Sûriyê yan jî Konseya Ewlehiyê bilivin. Her roj dagirkeriya Tirk komkujiyan pêk tîne û bi sedan malbat da koçberkirin. Lê ev îsrar û vîna me ji bo berxwedanê û berdewamkirina têkoşînê li ser şopa şehîdan mezin dike.”

Şêniyê bi navê Ebdulrehman El-Esad jî îşaretpê kir ku hewldanên arêtşa Tirk a dagirker û terora wê dê vîna gelên herêmê ji bo parastina yekitiya axa Sûriyê û derxistina tevahiya rêxistinên terorîst û dagirker yên ku bi sedan sivîlên herêmê qetil kirin, neşkîne.

El-Esad bibîr xist ku bi sedan ciwanên êlan û pêkhateyên cuda tev li refên hêzên leşkerî bûn û yekitiya axa xwe parastin, biserketin û ewlehî li herêmê peyda kirin.

Di dawiyê de El-Esad dagirkeriya Tirk muxateb girt û got: “Terora we me natirsîne. Em ê têkoşîna xwe heya nefesa dawîn berdewam bikin. Heta derxistina dagirkeriya Tirk ji tevahiya axa me ya ku bi xwîna bi hezaran şehîdan û birîndaran hatiye avdan, em rehet nasekinin.”

 (şx)

ANHA


Mijarên Din