Şêniyên Rojava ji bo Ocalan dadikevin qadan

Şêniyên Rojava piştî şewata li girava Îmaliyê, ji bo naskirina rewş û selametiya rêber Ocalan daketin qadan.

Bi sedan şênî li pêşiya navenda Komseriya Penaberan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûn.

Şêniyan wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin.

Tê payîn ku xwepêşandan li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo naskirina rewş û selametiya rêber Abdullah Ocalan werin lidarxistin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din