Şêniyên Reqayê: Têkoşîn heta derxistina dagirkeran berdewam e

Bi pêşengtiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şêniyên Reqayê li dijî sûcên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê çalakiyeke protestoyî kirin.

Hêrsa gel a li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li Bakur û Rojhlatê Sûriyê zêde dibe.

Bi pêşengtiya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi sedan şêniyên bajar û gundewarên Reqayê çalakiyek protestoyî li Qada Azadî ( Çarxeriya El-Neîm) a li navena bajarê Reqayê orgenîze kirin.

Di çalakiyê de hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mihemed Nûr El-Zîb, serokê Buroya Birêxistinkirinê ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Elî El-Hemêdî û şêx Ayid El-Hadî şêx êla El-Mûsa El-Zahir axivîn.

Di axaftinana de hate gotin ku civaka navnetewî ji komkujiyên ku li Sûriyê têne kirin, bi taybet komkujiya li navçeya Til Rifatê ya li dijî zarokên Efrînê, berpirsyar e. Her wiha xwest ku der barê van komkujiyan de dozekê li dijî dagirkeriya Tirk û çeteyên wê were vekirin û radestî dadgeha cînayetan a navdewletî were kirin.

Axaftivanan gotin, gelê Sûriyê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê DAIŞ û Cebhet El-Nusra li ser xaka xwe qebûl nakin û kiryarên wan ên li dijî gelê Sûriyê bi taybet li dijî jin û zarokan şermezar dikin.

Axaftvanan teqez kirin ku Berxwedana Rûmetê berdewam e û gelên herêmê piştgiriya hêzên leşkerî dikin û dê têkoşîn heya derxistina leşkerê tirk ê dawîn bidomînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din