Şêniyên Reqayê: Lîstoka hêza garantor Rûsyayê eşkere bûye

Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê êrişên dewleta Tirk ên li dijî navçeya Eyn Îsayê şermezar kirin û piştrast kir ku ew lîstoka hêza gartantor Rûsyayê hate eşkerekirin.

Şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê êrişên li dijî navçeyê şermezar kirin û gotin berpirsyarî ya hêza garantor Rûsyayê û civaka navneteweyî ye.

Welatiyê bi navê Îbrahîm El-Elî îşaret bi rola şervanên QSD`ê kir ku li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî navçeya Eyn Îsayê disekinin, kir û wiha got: "Em ê ji bo parastina xaka xwe canê xwe feda bikin û em derfetê nadin dewleta Tirk ku derbasî herêmê bibin.”

Îbrahîm El-Elî wiha domand: "Kurê min di pêngava rizgarkirina Reqayê ji çeteyên DAIŞ`ê de şehîd bû. Ez amade me ji bo parastina xaka pîroz a hemû zarokên xwe feda bikim.”

Îbrahîm El-Elî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev xak me bi xwîna zarokên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir. Çawa dewleta Tirk û çeteyên wê dixwazin ji me bistînin? Em malbatên şehîdan û gelên vê herêmê tu carî vê yekê qebûl nakin û her dem ji berxwedanê re amade ne."

‘EM DESTÛRÊ NADIN DEWLETA TIRK KU DERBASÎ XAKA ME BIBE’

Her wiha welatiya bi navê Ibtîsam El-Ehmed jî got lîstoka Rûsyayê wek garantor ji bo agirbestê ji hemû gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re eşkere bûye, ji ber ku ew jî hevkara êrişên ku yekitî û aramiya pêkhateyên herêmê dike hedef.

Ibtîsam El-Ehmed wiha domand: " Em van êrişan qebûl nakin. Divê civaka navneteweyî der barê sûcên ku dewleta Tirk li herêmê pêk tîne, rastiyê bibêje. Dewleta Tirk gelek sûc û komkujî li dijî gelên herêmê pêk anîn lê civaka navneteweyî tu helwest der barê vê mijarê de dernexist.”

Di dawiyê de Ibtîsam El-Ehmed got jin, zarok û kalepîr dê li hember dewleta Tirk û çeteyên wê bisekinin û derfet nadin ku derbasî xaka wan bibin.

‘EM ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK QEBÛL NAKIN‘

Welatiyê bi navê Mihemed El-Salim jî wiha axivî: "Em weke şêniyên gundewarên rojhilatê Reqayê êrişên li dijî navçeya Eyn Îsa û şêniyên wê ku bi xaka xwe ve girêdayî ne, qebûl nakin."

Mihemed El-Salim destnîşan kir ku Eyn Îsa parçeyek ji xaka wan e, ew destûr nadin ku dewleta Tirk vê xakê bi çeteyên xwe qirêj bike û ew qebûl nakin ku dagir bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din