Şêniyên Reqayê cenazeyê şehîd Ehmed Hesen spartin axê

Şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê bi merasîmeke bi heybet cezayê şervanê Hêzên Sûriya Demokratîk Ehmed Hesen li Goristana Şehîdan a Reqayê veşartin.

Bi sedan şêniyên bajarê Reqayê û gundewarê wê tevî endamên saziyên sivîl, leşkerî û Hêzên Ewlekariya Hundirîn li ber Çarxerêya Firosiye kom bûn ji bo ku cenazayê şervanê Hêzên Sûriya Demokartîk Ehmed El-Hesen ê ku di Berxwedana Rûmetê de li hemberî êrişa Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûye werbigirin.

Piştî ku şêniyan cenazeyê şehîd wergirtin, bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve ketin rê. Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir.

Paşê gelek axaftin bi navên Meclisa Leşkerî ya Reqayê fermandar Jînda Reqa û Meclisa Taxa Rimêle hevserokê meclisê Zahib Ibrahîm hatin kirin.

Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re xwest û destnîşan kirin ku hêzên herêmê yên leşkerî ji bo rizgarkirina herêmê ji terorê û berxwedana li hember êrişên Tirkiyê û çeteyên wê yên DAIŞ û El-Nusra şehîdan didin.

Axaftvanan rola Hêzên Sûriya Demokratîk di berxwedana li hember êrişên Tirkiyê de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê silav kirin û soza şopandina rêya şehîdan heya serkeftinê û rakirina ala aştiyê li tevahiya Sûriyê dan.

Piştî bi dawîbûna axaftinan wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin û piştî nimêjê cenazeyê şehîd hate veşarin.

Şehîd Ehmed El-Hesen di şerên Berxwedana Rûmetê de li gundewarê Eyn Îsayê de beriya çend rojan şehîd bûbû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din