Şêniyên Reqa û Tebqayê rêvebirina rejîmê li herêmê red kirin

Bi dehan şêniyên Reqa û Tebqa li dijî siyasetên rejîmê, daxuyaniyên wê û şerê wê yê çapemenî ku dixwaze aramî û ewlehiya herêmên ku ji aliyê QSD`ê ve ji çeteyên DAIŞ`ê hatine rizgarkirin tevlîhev bike, xwepêşandan li dar xist.

Bi dehan şêniyên bajarê Reqayê û Tebqa li kolana Til Ebiyed a bajarê Reqayê kom bûn. Di kombûnê de dirûşmeyên redkirina hebûna hêzên rejîmê yan jî birêvebirina herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazor hatin berzkirin. Her wiha daxuyaniyên rejîmê yên li dijî QSD`ê şermezar kirin û gotin, QSD`ê hêza wan a rewa ku nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.

Di xwepêşandanê de pankartên bi nivîsên "Na ji derbasbûna rejîma Beesî re", "na ji derbasbûna milîşên mezhebperest re", "Reqa paytexta rizgarkirinê ye û dê paytext bimîne" hatin hildan.

Di xwepêşandanê de şêniyê bi navê Ehmed Elî wiha got:"Em wek ciwan û eşîreyên Reqa hebûna rejîma Sûriyê li bajarê Reqayê red dikin. Em îro li dijî rejîma Beesê li herêmên Tebqa, Reqa û Dêrazorê daketine qadan, da ku derfet nedin ku derbasî van herêman bibin û bi tundî red dikin." Her wiha Ehmed Elî îşaret pê kir ku bi hezaran malbat ji herêmên di bin serweriya rejîmê de, ji ber rewşa jiyanî û ewlehî revîn.

Bi destpêkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  û vekişandina hêzên Amerîkayê ji nuqteyên çavdêriyê, Rêveberiya Xweser bi rejîma Sûriyê lihev kir ku divê artêşa Sûriyê parastina sînor bike. Rejîmê jî ev yek derfet dît ku şerekî çapemenî li dar bixe da ku aramî û ewlehiya herêmê û baweriya di navbera gelên herêmê de, tevlîhev bike.

(bx)

ANHA


Mijarên Din