Şêniyên Qamişloyê: Li dijî êrişan li cem Rêveberiya Xweser bin

Siyasetmedar, rewşenbîr û şêniyên bajarê Qamişloyê got “Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re bibin yekdest û li hember dijminan bisekinin.”

Artêşa Tirk a dagirker di 9’ê Cotmeha 2019’an de êrişî herêmên Bakur  Rojhilatê Sûriyê kir û bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirin. Di dema dagirkeriyê de gelek komkujî pêk anîn. Heta niha jî êrişên wan berdewam in.

Di 17’ê Cotmeha heman salê de du peyman; yek di navbera Tirk-Amerîkayê de, ya din jî di navbera dewleta Tirk-Rûsyayê de hatin îmzekirin. Lê dewleta Tirk a dagirker wek her car ev peyman jî binpê kirin û êrişên xwe domandin. Piştî pandemiya Koronavîrusê jî, civaka navneteweyî banga agirbestan li hemû aliyên kir lê dîsa jî dewleta Tirk a dagirker ranewestiya.

Sekreterê Partiya Çepgir a Demokartîk a Kurd li Sûriyê Salih Gedo got: “Dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên bêserûber û hovane yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevahî exlaq û qanûnên civaka navneteweyî derbas û bin pê kirin. Armanca Tirkiyê ew e ku gelê Kurd qir bike û hemû destkeftiyên di dirêjahiya 9 salan de hatine bidestxistin, têk bibe.”

‘JI BO PARASTINA DESTKEFTIYAN YEKITÎ PÊWÎST E’

Gedo di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Pêwîst e tevahî partiyên Kurd û kurdistanî bi rola xwe rabin û dengê xwe bigihînin civaka navneweteyî û rêxistinên mafên mirovan. Da ku ew jî helwesta xwe li hember dagirkerî, sûc û êrişên hovane ku dewleta Tirk a dagirker, eşkere bikin. Hê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker berdewam in, lê ji gel û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji Kurd, Ereb, Suryan û Tirkmenan tê xwestin ku li dijî van êrişan bi rihekî berxwedêr bisekinin. Îro roja yekitiya Kurd û yekîtiya tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. Divê em cihê xwe di rojên pêş de bigirin."

Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê Ebod Mexso got: "Di van rojên dijwar de ku tevahî cîhan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember pandemiya Koronavîrusê tê dikoşin, dewleta Tirk êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Ev jî hedefa dewleta Tirk a têkbirina destkeftiyên şêniyên herêmê eşkere dike."

‘DEM DEMA MAN Û NEMANÊ YE’

Mexso piştrast kir ku Yekitiya Rewşenbîrên herêma Cizîrê dê helwestên xwe li dijî êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker bi pênûs, yekitî û lidarxistina panelan eşker bike û wiha got: “Rewşenbîr dê civakê hişar bikin, yekitiyê pêk bînin da ku li hember dagirkeriyê bisekinin.”

Mexso bang li tevahî nivîskar û rewşênbîrên cîhanê kir ku rola xwe ya li hember êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker bilîzin û wiha axivî: "Divê bi yek destî li hember dagirkeriyê bisekinin, dem dema hebûn û nebûnê ye."

Şêniyê bi navê Mahir Zeîm yê ji Serêkaniyê ye û li Qamişlo bi cih bûye, got: “Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tevahî pêkhateyên herêmê hedef digirin, tu ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran. Em dixwazin li hember van sûc û êrişan Kurd yekîtiya xwe ava bikin. Ji ber dijmin tu ferq û cudahiyê naxe navbera sivîl û leşkeran de. Hedefa wê koçberkirina gelê herêmê û têkbirina gelê Kurd e.”

Zeîm di dawiya axaftina xwe de got: “Divê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Rêveberiya Xweser re bibin yekdest û li hember dijmin bisekinin.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din