Şêniyên Qamişloyê: Dem dema yekitiya neteweyî ye

Pêkhateyên kantona Qamişloyê destnîşan kir ku siyasetên dewleta Tirk dê bi saya hevgirtina pêkhateyan û jiyana hevpar têk biçe. Her wiha bang li PDK'ê kir ku dev ji desteka dagirkeriya Tirk berde.

Bi sedan şêniyên navçeyên Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa, Til Koçer, Berava û Koçerat ên Dêrikê li kantona Qamişloyê ya herêma Cizîrê li dijî siyaseta dewleta Tirk û Partiya Demokratîk a Kurdistana (PDK) meşiyan.

Her wiha malbatên şehîdan ku di topbarana kîmyewî ya li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn, beşdarî meşê bûn.

Şênî li pêşiya geraca navçeya Dêrikê kom bûn û ber bi navenda ciwanan a li kolana Kornîş ve meşiyan. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên “Ji birakujiyê re na”, “Dem dema yekitiya netewayî ye" û "Li dijî dagirkeriyê û xiyanetê meşa rûmetê" hildan.

Di meşê de endama rêveber a Kongreya Star a navçeya Dêrikê Wesfiye Mûrad axivî û piştgiriya PDK'ê ya ji dewleta Tirk re şermezar kir. Wesfiye destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ne tenê gerîla ye, lê belê hewl dide tevahiya Kurdistanê dagir bike.

Wesfiya Mûrad diyar kir ku dewleta Tirk li gel bêdengiya sazî û hêzên navneteweyî van êrişan pêk tîne. Her wiha Wesfiya banga yekitiya neteweyî kir.

(dm)

ANHA


Mijarên Din