Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbatên 8 şehîdan re xwestin

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbatên 8 şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk û YPJ`ê re yên ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûne xwestin

Ji bo şervanên Berxwedana Rûmetê, Hessan El-Ilêwî (Enes Qamişlo), Yunis Emîr (Bahoz), Besil Hisên (Şepel Hezokî), Ehmed Ebid El-Ilêwî (Awaz Rustem), Şêrzan Xelîl (Xelîl Qamişlo), Silêman Mihemed (Elî Şêr), Şemdîn Hermîsî (Delîl Qamişlo) û şervana YPJ`ê Zûhat Kaya (Azda) yên di meha Mijdarê de şehîd bûne, merasîmê sersaxiyê li ber Goristana Şehîd Delîl Saroxan a taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo hate lidarxistin.

Bi sedan şênî herikîn bin kon û ji malbatên şehîdan re sersaxî xwestin.

Konê sersaxiyê bi wêneyên 8 şehîdan, alênYPJ,  YPG û QSD‘ê hate xemilandin.

Serdana şêniyan heta saetên ber vê êvarê berdwam e.

(şx)

ANHA


Mijarên Din