Şêniyên Qamişlo sersaxî ji malbata şehîdê sivîl Ekrem Mihemed re xwest

Şêniyên bajarê Qamişlo sersaxî ji malbata şehîd sivîl Ekrem Mihemed re yê ku di topbarana artêşa Tirk a dagirker li ser bajarê Qamişlo de şehîd bûye xwestin.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo ji bo şehîdê sivîl Mihemed Ekrem ê ku di encama topbarana dagirkeriya Tirk a li ser bajêr de şehîd bibû konê sersaxiyê li taxa Stasyona Kevin veda.

Endamên saziyên sivîl, şêniyên bajêr û gundên wê tevî nûnerên partiyên sivîl herikîn bin konê sersaxiyê.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre axaftin ji hêla endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihîdîn Hesen û endamên Partiya Yekitiya Demokratîk Haşim Hiso, Izdîn Şêxmûq û Elî Umer ve hate kirin.

Kesên axivîn sersaxî ji malbata şehîd re xwestin û êrîşên artêşa Tirk a dagirker li dijî herêmên tijî sivîl şermezar kirin.

Axaftvanan îşaret bi girêdana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, yekitiya wan li hember her êrîşekê û piştgiriya Hêzên Sûriye Demokratîk  û hêzên li ser erdê Bakur û Rojhilatê Sûiyê kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din