Şêniyên Qamişlo Şehîd Şoreşvan oxir kirin

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê.

Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo bi merasîmekê cenazeyê şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo) li goristana Şehîd Delîl Sarûxan spartin axê. Şervanê QSD`ê Talal Ehmed (Şoreşvan Qamişlo), di dîroka 28`ê meha Hezîranê de li Reqayê di encamê êrîşeke şaneyên veşartî de şehîd bû.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê destpêkir, paşê endamê Meclisa Malbatê Şehîdan Îdan El-Iîn sersaxî ji malbata şehîd Şoreşvan re xwest.

Her wiha endamê meclisa giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Ebdulkerîm Sarûxan axivî, destpêkê hemû cangoriyên azadiyê bibîranî û bal kişand ser şoreşa Rojava û got: “Ev ê şoreşê hemû netewên li Sûriyê li hev  komkir. Ev proje baştirîn projeya di sedsala 21`an de ye. Ji ber vê yekê dijminên me şerê me dikin, divê em yek destbin û tenê em di rêya şehîdên xwe de bimeşin. Rêber Abdullah Ocalan ev rê ji me re hilbijartiye".

Piştî axaftinan wesîqeya şehadetê radestî malbata şehîd hat kirin.

Paşê cenazeyê şehîd ji aliyê hevalên wî ve bi slogana ‘Şehîd Namirin’ û tililiyên dayîkan hat veşartin.

(s b) 


Mijarên Din