Şêniyên Qamişlo li dijî tecrîdê banga çalakiyan kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo jinûve tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bang li gelê Kurdistanê û kurdên li derveyî welat kirin ku li dijî tecrîda çalakiyan li dar bixin.

Desthilatdariya dewleta Tirk a dagirker ji 27‘ê Tîrmeha 2011‘an tecrîdeke girankirî li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferz kir, serdana parêzer û malbatan qedexe kiribû. Li dijî tecrîda girankirî gelê Kurd li Kurdistanê û derveyî welat di nava çalakiyan de bûn, herî dawî çalakiya greva birçîbûnê ya bi serkêşiya têkoşer Leyla Guven ku 200 rojî dewam kir bû. Greve desthiltdariya Tirkiyê neçar ku tecrîdê bi dawî bike. Birayê Abdullah Ocalan, Mihemed Ocalan di 12‘ Çileya 2019‘an de hevdîtin  pêk anî bû.

Parêzera Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Newroz Uysal di hevdîtineke xwe de li gel ajansa me ANHA‘yê di 28‘ê Tîrmehê daxuya kirin ku dozgeriya giştî ya Tirkiyê daxwaza wan a hevdîtinê bi miwekilê xwe ya di 18‘ê Hezîranê de bersiv neda û got: "Qedexekirina hevdîtina bi Ocalan re helwesteke siyasî ye."

Şêniyên bajarê Qamişlo di nav de malbatên şehîdan diyar kirin ku siyaseta desthilatdariya Tirkiyê ya der heqê Rêber Ocalan li dijî nirxên mirovatiyê ye.

Hevjîna şehîd Cemaledîn Elo û dayika şehîd Cemşîd, Delal Bidûr nerazîbûn nîşanî tecrîdakirina Rêber Ocalan da û got: "Rêber Ocalan ji bo tevahî mirovahiyê tê dikoşe. Em ji Erdogan re dibêjin, kiryarên der heqê Rêber Ocalan de ne mirovî ne."

Delal, Erdogan muxateb kir"Mirov be û mirovatiya xwe winda nek, ji ber ku mirovê mirovatiya xwe winda dike dibe wehşekî hov."

Delel di berdewama axaftina xwe de diyar kir ku malbatên şehîdaên dê têkoşîna xwe dewam bikin heta tecrîda ku a li ser Rêber Ocalan hatiye ferzkirin bi dawî bibe û ev tişt anî ziman: "Çawa me berê çalakî li dar dixistin em ê dîsa çalakiyan li der bixin û dakevin qadan."

Delal Bidûr bang li kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat kir ku çalakiyên şermezarkirina tecrîda li dijî Rêberê Ocalan zêde bikin heta dawî lê were."

‘Tirkiyê ji fikirê Ocalan ditirse‘

Şêniyê bi navê Mihdî Sofî Pêşmerge anî ziman ku Tirkiyê ji fikir û felsefeya Ocalan ditirese, felsefeya Ocalan banga rizgarkirina hemû gelan ji zulm û pişaftinê dike.

Mihdî banga azadkirina fîzîkî ya Ocalan kir û got: "Ocalan rêya azadî ronî kir da ku em ji zulm û koletiyê xilas bin. Daxwaza me azadiya Ocalan û em dev jî daxwazên xwe bernadin."

Ji aliyê xwe ve Nûra Elî Ehmed tecrîda li dijî Ocalan şermezar kir û diyar kir ku armanca tecrîdê ew e ku hemû gelên herêmê û gelên bindest ên girêdayî Rêber Ocalan ji fikirê wê dûr bixe.

Nûra bal kişand ku destûrdayîna dewleta Tirk a ji parêzeran ku hevdîtinê bi Rêbertiyê re pêk bînin armancên siyasî bû. Nûra her wiha bang li gelê Kurd kir ku li dijî tecrîdê yekitiya xwe ava bikin. Her wiha bang li rêxistinên mirovî kirin ku erka xwe pêk bîne û dawî li tecrîda li dijî Ocalan bi dawî bike.

(bb)

ANHA


Mijarên Din