Şêniyên Qamişlo: Erdogan gefan li aramiya me dixwe, em ê xak û welatê xwe biparêzin

Şêniyên bajarê Qamişlo got herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê aramî û ewle bûn, lê belê bombebaran û êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmê re ku tê de şêniyên sivîl hene, aramiyê têk dibin û pişterast kir ku dê çek hildin da ku xaka xwe biparêzin û ji bajarên xwe, çi dibe bila bibe, dernakevin.

Topavêj û balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker sivîlên bajarê Qamişlo hedef digire. Şêniyan got armanc valakirina bajêr ji sivîlan e.

Şêniyê bi navê Abdulbaqî Abdulselam got: "Li herêmên me jiyan ewle û aram bû. Ewlehî bi destpêkirina bombebarana balafir û êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê re têk çû."

Abdulselam da zanîn ku armanc ji bombebarankirina balafirên artêşa Tirk a dagirker li ser bajarên li ser sînor, valakirina bajar ji şêniyan e. Lê belê em li ser xaka xwe ne û dikanên xwe vedikin û xaka xwe ji tu kesî re nahêlin.

Şêniyê bi navê Welîd Silêman ji taxa Hîlaliyê bang li dewletên cîhanê û Ewropayê kir ku helwestên xwe yên tund der heqê êrîş û bombebaranên dewleta Tirk de aşkera bikin û wiha got: "Dewleta Tirk sivîlan dike hedef û pir jin û zarok ji bombebaranê de şehîd bûn."

Heysem ji taxa rojava ya bajar wiha da zanîn: "Em li ser axa xwe ne û dê bi ku ve biçin. Vir mal, zarok, pere, xak, welat û şerefa min e. Dê ji kê re bihêlim? Narevim û dê çekê hildim û parastina mala xwe heta nefesa dawîn pêk bînin."

Heysem bang li civaka navdewletî kir û wiha axivî: "Hê wijdana we neliviye. Jin û zarok bi top û fuzeyên dewleta Tirk a dagirker ku mîna baranê li ser bajêr dibarin, tên qetilkirin. Îro yan hebûn an tunebûn e!"

Heysem diyar kir ku dewleta Tirk  a dagirker hewl dide çeteyên DAIŞ’ê vejîne û wiha pê de çû: "Çawa ku berê di sînor re derbasî herêmên me kir, îro jî bi hedefgirtina girtîgehan hewl dide wan ji girtîgehan derxe."

Husên Mesor jî wiha axivî: "Em axa xwe, çi dibe bila bibe, bernadin. Çeteyên bi navê Ceyş El-Wetenî û pê re jî Erdogan dixwazin bajar û herêmên me wêran bikin û ne ku ewlehî û aştiyê tê de pêk bînin."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din