Şêniyên Qamişlo: Eger partiyên siyasî yekitiyê ava nekin em ê wan ceza bikin

Şêniyên bajarê Qamişlo nerazîbûna xwe li dijî partiyên ku ji yekitiya kurdî direvin, nîşan da û got "Eger nebin yek, em ê wan ceza bikin."

Gelek însiyatîf, semîner û gengeşe der barê yekitiya neteweyî ya kurdî de çêbûn, lê hin alî beşdar nebûn û her wiha nexwestina xwe ji yekitiyê re diyar kir.

Der barê vê mijarê de Silêman Kercosî yê ku ji taxa Hilêliyê a bajarê Qamişlo ye, daxwaza çareserkirina nakokiyên di navbera partiyên kurdî de kir û got: " Dema ku bibin yek, wê hêza wan xurttir bibe, dema ku bi tenê bin wê yên derdora me têkiliyên me qut bikin, a girîng yekitî ye."

Kercosî li ser revîna hin partiyan ji yekrêziya kurdî, wiha anî ziman: "Bila nerevin, bila li pêşerojê bifikirin, pêwîstiya me bi yekitiyê heye, ji ber ku ên derdora me hebûna me qebûl nakin."

Kawa Dirbas xelkê Serêkaniyê ye, li bajarê Qamişlo bi cih bûye û hêviya yekitiya kurdî kir û diyar kir ku bi sedema neyekbûna kurdî gelê Kurd jiyana xwe bi êş derbas dike û wiha berdewam kir: "Bila rewşa miletê xwe bibînin, bila dev ji berjewendiyên xwe berdin."

Dirbas bal kişand ser cezakirina kesên ku yekitiya kurdî napejirînin û got: "Divê ev kes bên cezakirin, her yek li cihekî rûniştiye û li ser hesabê milet gavên xwe diavêjin û dengê milet guhdar nakin."

Idrîs Ebd Elbarî jî banga yekitiyê kir û got: "Em dixwazin pêşketin di navbera Kurdan çêbe, divê gelê Kurd bibe yek."

Ebd Elbarî li ser partiyên ku xwe dûrî yekitiya kurdî dikin jî wiha got: "Divê gelê Kurd li ser vî tiştî bisekinin û vî tiştî qebûl nekin, kesên ku dûrî yekitiyê dikevin gerek werin cezakirin."

ANHA


Mijarên Din