Şêniyên Qamişlo cenazeyê şehîd Musbah spart axê

Welatiyên bajarê Qamişlo cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Musbah El-Xelef bi merasîmekê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan veşartin.

Welatiyên bajarê Qamişlo ji bo oxirkirina cenazeyê endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Musbah El-Xelef ê 18‘ê Tebaxê di encama êrîşa çeteyên DAIŞ‘ê ya bi wesayîta bombebarkirî li bajarê Qamişlo şehîd bibû, li pêşiya avahiya Meclisa Gel a taxa Enteriyê ya kom bûn.

Girseya gel piştî cenazeyê şehîd Musbah wergirt bi kerwanekî ber bi Goristana Şehîd Delîl Sarûxan ve bi rê ket.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin û torana leşkerî dest pê kir.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulezîz Osman axivî, sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got, divê her malbateke şehîdan bi tevlîbûna xwe ya  Saziya Malbatên Şehîdan a pîroz serferaz be.

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî axivî û ev tişt got: "Em mizgîniyê didin ku hêzên me şaneya ku êrîş pêk anîbû, girt."

Berekat bal kişand ku di demên dawî bi taybet di rojên Cejna Qurbanê de de tevgera şandeyên veşartî zêde bûn û got,: "Hewldan hebûn ku aramiya herêma Cizîrê derbe bikin, lê bi kedan mezin a Hêzên Ewlekariya Hundirîn şaneya veşartî hate girtin. Em dikarin bêjin ku Hêzên Ewlekariya Hundirên dê bi hemû hêza xwe civakê biparêze."

Nasnameya şehîd ji aliyê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Revîn Mihemed ve hate xwendin û radestî malbata şehîd ve hate kirin.

Şêniyan cenazeyê şehîd di nava dirûşme û tilîliyên dayikan veşartin.

ANHA


Mijarên Din