Şêniyên Qamişlo banga pêkanîna tedbîrên li hemberî vîrusê kirin

Şêniyên bajarê Qamişlo banga pêkanîna tedbîrên xweparastinê yên ji Koronavîrusê kirin.

Di rojên dawî de li herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  di 8 kesan de vîrûsa Koronayê (Covid-19) hate dîtin û gumana pêketina vîrusê li ser dehan kesî heye. Li hemberî vê yekê Şaneya Aloziyê ya Herêma Cizîrê gelek tedbîr girtin.

Ji tedîbrên hatine girtin, 10 rojan qedexeya derketina derve hate ragihandin. Her wiha hemû cûre kombûn (şahî, taziye, parkên giştî, cihên îbadetê, klubên sporê, xwaringeh..hwd) qedexe kir.

Lê li sûkên navendî, mîna sûka Qamişloyê ji ber hatina cejna Qurbanê û kirîna pêwîstiyên cejnê kombûn çêdibin. Şênî banga pêkanîna biryarên xweparastinê ji Koronavîrusê dikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Ehmo ku di sûka Qamişlo de firoşkarekî gerok e got: "Şênî li gorî tedbîrên ku hatine girtin baş tevnagerin. Divê mijarê cidî bigirin dest."

Her wiha bang li aliyên têkildarî ên herêma Cizîrê kir ku di dema qedexeyê de pêwîstiyên xwarinê ji şêniyên re dabîn bikin da ku kombûn çênebe.

Kawa Umer li gel girtina tedbîrên xweparastinê ji vîrusê, di nava sûka navendî ya Qamişloyê de digere dibêje: "Ez pêwîstiyên cejnê dikirim. Divê em xwe ji nexweşiyan diparêzin û biryarên tenduristiyê wekî bikaranîna lepikan pêk bînin û destên xwe dezenfekte bikin."

Kawa Umer îşaret bi biryarên Rêveberiya Xweser ên ji bo rêgirtina li ber Koronayê kir û got: "Ev biryar ji bo parastina şêniyan ji vîrusê ye."

Hisên Nûrî jî got, divê hemû şênî hişyar bin û biryarên ku Rêveberiya Xweser girtine, baş bi cih bînin, ji ber ku ji bo parastina wan e.

ANHA


Mijarên Din