Şêniyên Qamişlo 4 şehîdên xwe oxir kirin

Luqman Ehmê di merasîma oxirkirina 4 şehîdan de nameyek ji rejîma Tirkiyê û çeteyên wî re şand û got gelê ku şehîdên xwe bi tilîliyan oxir bike, tu hêz nikarin wê bişkînin û wiha got: "Li vir gelê berxwedêr heye, şehîdan dide û di rêya wan de dimeşe."

Sedan şêniyên Qamişlo cenazeyê 2 şervanan û 2 sivîlên ku di bombebarana balafirên artêşa Tirk a dagiker ser bajarê Qamişlo de şehîd bûn, oxir kir.

Îro sedan şêniyên bajarê Qamişlo ji Kurd, Ereb û Sûryan li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan li taxa Enteriyê li bajêr kom bûn da ku cenazeyê herçar şehîdan, 2 şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Heysem Etûf û Mehmûd Ebas El-Elî ku di êrîşên artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûn û cenazyê şêniyê bi navê Fadî Adil Ibrahîm ku di teqîna bajarê Qamişlo de şevê din li nêzî xwaringeha Umerî û welatiya bi navê Îman Mihemed Şerîf ku bi sukista artêşa Tirk a dagirker li ser hîzam rojhilatê bajarê Qamişlo şehîd bû, wergirtin.

Di merasîma oxirkirinê de sedan şêniyan, nûnerên partiyên siyasî, hevserokê PYD`ê Şahoz Hesen û şandeyeke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê beşdar bûn.

Li goristina Şehîd Delîl Sarûxan, şêniyan deqeyek rêzgirtinê rawestiyan, paşê endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Kîfo Osman axivî û sersaxî ji herçar malbatên şehîdan re xwestin.

Paşê berdevkê fermî bi navê Rêveberiya Xweser ê Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Luqman Ehmê axivî û wiha got: "Gelê beşdar li hev kom bûye û nameyekê ji dagirkerên ku dixwazin herêmên me dagir bikin, re dişîne."

Ehmê nameyek ji rejîma Tirkiyê re û çeteyên wî re şand û wiha got: "Gelê ku şehîdan dide û di merasîman de dilîlîne, tu hêz nikarin îradeya wê bişkîne."

Ehmê da xuya kirin ku êrîşa Tirkiyê ne tenê gelê Kurd kir hedefa xwe, dewleta Tirk li dijî hemû projeyên demokratîk disekine, di nav de projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku hemû pêkhateyan ji Kurd, Ereb, Sûryan, Aşûr, Tirkmen, Ermen û Çerkes himbêz dike û wiha got: "Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê çeteyên DAIŞ`ê têk birin, xweşiya Tirkiyê neanî, ji ber vê yekê îro êrîşî me dike û hewl dide DAIŞ`ê vejîn bike."

Di dawiya merasîman de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Refîn Şêxmûs nasmaneya herçar şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin. Piştre, cenazeyê herçar şehîdan hate oxirkirin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din