Şêniyên Minbic û Tebqa: Li hember gefên Tirkiyê em hemû mertal in

Bi beşdariya şêniyên Minbic û Tebqayê tevî şêniyên Girê Spî çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên Tirkiyê di roja 9’emîn de li ser sînorê Sûriyê- Tirkiyê didomin.

Çalakiya mertalên zindî ya şêniyên kantona Girê Spî ya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 9‘emîn de li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Tirkiyê didome. Îro tevî şêniyên kantona Girê Spî bi dehan şênî û nûnerên rêveberiyên sivîl ên Minbic û Tebqayê serdana çalakgeran kirin.

Çalakiyên mertalên zindî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre axaftin hatin kirin. Jê jî bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û gundewarê wê Mihemed Elî axivî.

Mihemed Elî wiha got: "Em hatine vê bajarê berxwedêr da ku piştgirî û hevgirtina xwe ya bi hemû pêkhateyên herêmê re diyar bikin. Em hatine da ku vê peyamê bighînin kesên li pişt sînor ku em gelê Sûriyê bi hemû reng û pêkhateyên wê yek in."

Mihemed Elî wiha domand: "Em ne bangawazên şer in, em bangawazên aştiyê ne. Ev çalakiya me ya aştiyane jî nîşaneya vê yekê ye. Di hemû komxebatên xwe de em bangî aştiyê dikin, şehîdên me ji bo jiyaneke bi aştî bi xwîna xwe ev welat av dane."

Di dawiyê de hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Minbic û Gundewarên wê tekez kir: "Em nahêlin tu kes destkefiyên me bin pê bike. Em hemû fîdayiyên van destkeftiyan in. Em yekdest in. Şer ji tu dewlet an jî ji tu gelan re naxwazin. Lê belê heke şer hat ser me, em ê bi kal û pîr û zarokên xwe gel û xaka xwe biparêzin."

Piştre bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê hevseroka Komîteya Têkiliyên Giştî ya Tebqayê Asya El-Xerbî wiha axivî: "Em îro li dijî hemû hêzên hegemonî û herêmî yên ku şer li Sûriyê pêxistine, disekinin. Bi vî şerî re bi hezaran sûriyan jiyana xwe ji dest da û hê jî piştevaniya çeteyan ji hêla Erdoganê dîktator ve tê kirin."

Di axaftina xwe de Asya îşaret bi gefên Tirkiyê yên li ser herêmê kir û wiha anî ziman: "Erdogan gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi terorê bi nav dike û hewl dide me qir bike. Çima ji DAIŞ’iyên ku cîranê wî li ser sînorê Sûriyê – Tirkiyê bûn, nedigot teror in?. Êdî bûye dijminê gelê têkoşer ê ku azadiya xwe dixwaze ye. Ji Efrînê de dest pê kir û niha jî gefên xwe li xaka Sûriyê zêde kirine."

Asya El-Xerbî wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Hevgirtî û yekref bin. Doza me, dozeke adil e û em mafdar in. Daxwaza me jî ewlehî, mirovahî û azadiya tevahî gelê herêmê ye. Em bang li tevahî sûriyan dikin ku tev yek bin, nakokiyên navxweyî dê çareser bibin. Lê belê dijminahiya derve ji bilî çekê nabe."

Çalakiyên mertalên zindî yên li dijî gefên Tirkiyê bi beşdariya bi dehan şêniyan didome.

(fr)

ANHA


Mijarên Din