Şêniyên Minbicê sersaxî da malbata şehîd Mihemed Xelef Osman

Şêniyên Minbicê û şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Xelef Osman re xwest. Şehîd Mihemed li Reqayê şehîd bûbû.

Malbatên şehîdan, endamên sazî û komîteyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê û nûnerên Meclisa Leşkerî ya Sivîl berê xwe da konê sersaxiyê yê li ser rêya Şiwêha hatiye vedan û sersaxî da malbata Şehîd Mihemed Osman. Şehîd Mihemed Osman di 10’ê vê mehê de dema li ser erka xwe bû, li Reqayê şehîd bûbû.

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mehmûd Elî Ebû Mecid di merasîma sersaxiyê de axivî û wiha got: "Heta ku ewlehî û aramî pêk were, divê em şêniyên Sûriyê li ber xwe bidin, me di vê rêyê de zarok û fermandarên xwe dan."

Ebû Mecid piştrast kir ku ew amade ne ku xwe û zarokên xwe fedayî welat bikin da ku ewlehî û aramî pêk were.

Şêniyên Minbicê duh cenazeyê şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Osman bi merasîmekê li Goristana Şehîdan veşartibû.

ANHA


Mijarên Din