Şêniyên Minbicê: Rêya tekane berxwedan û girêdana bi axê ve ye

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di rojên dawî de êrişên xwe li ser gundên bakur û rojavayê bajarê Minbicê zêde kirin. Şêniyên gund diyar kir ku ji bilî berxwedanê û girêdana bi axa xwe ve tu bijêreke din nîn e.

Rojane gundên bakurê rojhilatê bajarê Minbicê û gundên rojavayê wê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tên topbarankirin. Di rojên dawî de êrişên li ser gundên "Toxar, Cat, Dendeniyê, Yaşlî, Korhiyok, Kawkelî, Cebilet Seyada û gundên din ên nêzî xeta şer" zêde bûn.

Hejmareke şêniyên gundên navborî li ser van êrişan nêrînên xwe bi ANHA'yê re parve kirin.

Abdulkafî Hec Ehmed ê ji gundê Cat êrişên li ser gund şeremezar kirin û got: "Em di malên xwe de di nava aramiyê de ne, lê çeteyên girêdayî artêşa Tirk a dagirker  saetên şevê topan li me dibarînin."

Abdulkafî Hec Ehmed destnîşan kir ku çeteyên girêdayî dewleta Tirk bê ser û ber malan hedef digirin, ji ber wê jî sivîl nikarin biçin nav zeviyên xwe.

Hec Ehmed bi bîr xist ku moşekeke çeteyên Mertala Firatê avêtiyê, li maleke tê de şênî hene ket. Di encamê de xwediyê malê şehîd bû û ferdê malbatê birîndar bûn.

Hec Ehmed di dawiyê de piştrast kir ku tevî topbaranên dijwar jî vebijêrka tekane berxwedan e.

SIVÎL XWESTEKA DERKETINA DEWLETA TIRK DIKIN

Mihemed Hec Mihemed piştrast kir ku bê nav ber gundên bakurê rojhilatê Minbic û gundê Catê tên topbarankirin û wiha got: "Em sivîl in û zarokên me hene, lê top tên li me dikevin. Lê belê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî vê ewlehî û aramiyê ne.

Hec Mihemed da zanîn ku çete bi zanebûn sivîlan topbaran dikin da ku wan bitisînin û ji malên xwe derkevin. Lê belê sivîl ji malên xwe dernakevin û vebijêrka wan a tekane berxwedan, parastina xak û rûmetê ye.

Hec Mihemed jî di dawiya axaftina xwe de got di toparana dewleta Tirk û çeteyên wê de sivîlan birîndar bûn, divê dewleta Tirk ji Sûriyê derkeve û şer bi dawî be.

MECLISA LEŞKERÎ PARASTINÊ DIKE

Şervanekî Meclisa Leşkerî ya Minbicê Dilbirîn Minbic tevî hejmarek şervan li eniya Sacûr ê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyan li gudnê Catê de ye.

Dilbirîn Minbic got her tim gundên nêzî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker dagir kirine tên topbarankirin û çete sivîl û nuqteyên leşkerî armanc dikin.

Dilbirîn Minbic piştrast kir ku ji topbaranên li gundan, sivîl nikarin biçin nava zeviyên xwe.

Dilbirîn Minbic di dawiya axaftina xwe de soz da ku hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê dê heta dilopa dawî ya xwîna di laş de şêniyan biparêzin.

ANHA


Mijarên Din