​​​​​​​Şêniyên Minbicê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi dehan şêniyên gundê Osecilî yê Minbicê bi meşekê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û azadiya wî ya fîzîkî xwest.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê, bi sedan şêniyên gundê Osecilî ya mezin ê dikeve rojavayê Minbicê daketin qada û tecrîda li ser rêber Ocalan şeremzar kir.

Xwepêşandan ji naverasta gund ber bi navenda tenduristiyê ve dest pê kir. Di meşê de pankartên "azadiya rêber Ocalan mifteya aştiyê ya gelên Rojhilata Navîn e" û "bi pêşengtiya jinên ciwan em ê dîwarên Îmraliyê hilweşînin" hatin hildan.

Li wir, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Minbicê Emîne Osman bi navê yekitiyê daxuyaniyek xwend.

Emîne Osman got: “Ev 24 sal in Rêber Abdullah Ocalan di zîndanên dewleta Tirk a dagirker de ye. Dewleta Tirk bi hevkariya  îstixbarata Îsraîlê û gelek dewletên din komplo li dijî rêber Ocalan pêk anîn da ku Tevgera Azadiya Kurdistanê têk bibin û gelê Kurq qir bikin.ʹʹ

Emîne diyar kir ku hêviya dewleta Tirk a dagirker ew bû ku bi girtina rêber Ocalan fikrê wî asteng bike û û wiha domand: "Lê piştî berxwedana gerîla ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ya li hember çekên qedexekirî, dewleta Tirk a dagirker nas kir ku fikrê rêber Ocalan azad e. Dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser  Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze binketinên xwe yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê veşêre.ʹʹ

Emîne Osman anî ziman ku ew  ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan tê bikoşin û got: "Me îradeya azad, hêvî û bawerî ji rêberê xwe wergirgtine. Em ê heta pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî têbikoşin. Em di wê baweriyê de ne ku azadiya wî nêzîk e, ji ber ku fikrê wî ji hemû pirsgirêkên gelan re çareserî ye.”

Emîne Osman bang li hemû rêxistinên hiqûqî û mirovî di serî de CPT’yê kir ku rewşa Rêber Ocalan eşkere bikin û azadiya wî ya fîzîkî pêk bînin.

Çalakî bi siloganên “bijî Rêber Ocalan” û “Bijî berxwedana gelên azad” bi dawî bû.

(mh)

ANHA


Mijarên Din