Şêniyên Minbicê: Em ê herêmê biparêzin ji ber ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye

Îro bi sedan şêniyên gundê Til Hozan ê Minbicê li dijî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan û gotin: " Em ê vê herêmê biparêzin ji ber ku bi xwîna şehîdan rizgar bûye."

Şêniyan ji rêya Til Hozan-El-Qidro ber bi rêya Cib El-Hemam meşiyan. Xwepêşendaran alên Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Jin a Minbicê û gundewarê wê û Partiya Sûriye Pêşerojê û alên ciwanan hildan.

Her wiha wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîxên` Na ji dagirkeriya Tirk re`, `Em êrişên Tirkiyê li ser axa Spriyê red dikin`, `Pêkhateyên Minbicê li dijî faşîsta Tirk tevnek e` hildan û sloganên `Gelê Sûiyê yek e`, `Na ji dagirkeriyê tirk re`, sloganên silavkirina Berxwedana Rûmetê li Serêkaniyê û Girê Spî berz kirin.

Di dawiya meşê de piştî deqeya rêzgirtin hevserokê Meclisa Til Hozan Ehmed El-Hisên axivî û diyar kir ku mafê Tirkiyê tune ye axa herêmê dagir bike, zarokên wê bide koçberkirin û wan bikuje.

El-Hisên destnîşan kir ku ji mafê gelên herêmê ye di welatê xwe de jiyanek azad û rûmet bijîn û dê axa, şeref û xwîna şehîdan biparêzin.

El-Hisên anî ziman ku çeteyan ax û welatê xwe bê temen firotin, ew naxwazin gel di nav ewlehiyê de bijî û xema wan a tekane kuştin û wêrankirina welêt e.

El-Hisên girêdana şêniyan bi berxwedanê û mafê parastina ax teqez kir û got: "Em dê vê herêmê biparêzin. Ji ber ku biryara me berxwedan e. Em ê xwe amade bikin ji bo ku axa welat biparêzin. Em ne ji balafir û ne jî topavêjên Tirkiyê natirsin. Lê belê israra me li ser berxwedanê zêde dike. "

El-Hisên di nav gotinên xwe de fedekariyên şehîdan mîna Hevrîn Helef û gelek hevalên din bi bîr xistin û got, dê navên wan di rûpelên dîrokê de zindî bimîni.

Di dawiyê de Ehmed El-Hisên got, ew amade ne axa xwe biparêzin"Em aştîxwaz in em ne şerxwaz in. Lê şer li ser me ferz bû û em jî amade ne ax û gelê xwe biparêzin. Bi vîna xwe em ê axa xwe biparêzin. Bi yekitiya gelên Sûriyê em ê li hember dagirkeriya Tirk bisekinin. Em dest girêdayî namînin."

Meş li berzkirina dirûşmeyan li gel stranên şoreşgerî bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din