Şêniyên Minbicê: Em amade ne xaka xwe biparêzin

Şêniyên bajarê Minbicê nêrînên xwe anîn zimên û got li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê, amade ne parastina herêma xwe bikin. Her wiha bang li NY`yê kirin ku li dijî êrîşên Tirkiyê raweste.

Vê sibê şêniyên Minbicê, Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên saziyên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê ber bi konê çalakiya mertalên zindî yê li bajarê Girê Spî yê li dijî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê hatiye vedan, çûn.

 

Xwepêşandêran bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku li dijî êrîşên Tirkiyê rawestin û îsbata parastina xaka xwe kir.

Ji duh êvarê ve artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşan pêk tîne. Her wiha gefa koçberkirin û awarekirina şêniyan dixwe. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve, li dijî êrîşên dewleta Tirkiyê yekrêz e û îsbata parastina xaka Sûriyê nîşan da.

Têkildarî vê yekê Mehmûd Îdo dema ji Minbicê ber bi Girê Spî ve diçû, ji ajansa me re axivî û got ew wek malbatên şehîdan ên Minbicê terka destkeftiyên şehîdên xwe nakin, şehîdan ku li dijî terorîstan şer kir û herêm ji DAIŞ`ê rizgar kirin. Di heman demê de ew amade ne piştgiriya şêniyên Girê Spî û Serêkaniyê bikin.

Îdo wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em bang li NY, YE, Meclisa Ewlehiyê dikin ku li dijî êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmê bi erka xwe rabin û cezayên tund lê bibirin."

Îdo bal kişand ser ku dewleta Tirk DAIŞ ava kir û rê li pêşiya derbasbûna wan ji xaka Sûriyê re vekir, niha jî hewldana zindîkirina DAIŞ dike û wiha pê de çû: "Rejîma Tirkiyê dixweze tola DAIŞ’ê hilîne û ji nû ve zindî bike, lewma deriyê xwe ji wan re vekir da ku derbasî xaka Sûriyê bibin."

Mehmûd Îdo got ew ê piştgiriya xakê bike û li gel hemû pêkhateyên herêmê li dijî dewleta Tirk şer bike û wiha anî ziman: "Em amade ne parastina xaka xwe, rûmet û şehîdan xwe bikin. Em niha ber bi bajarê Girê Spî ve diçin da ku destekê bidin şêniyên xwe û tevî hemû pêkhateyên Ereb, Tirkmen, Çerkez, Ermen, Asûr û Kurdan mil bi mil bin. Em wek gelê Sûriyê yekrêz in û parçekirina xaka Sûriyê red dikin."

Her wiha endamekî ku ew jî ber bi konê çalakiyên mertalên zindî ve diçe Umer Mehmûd, axivî û got armanca dagirkeriya Tirkiyê ew e ku aloziya hundirîn li derve jî rû bide.

Omer bang li hemû pêkhateyan kir ku li dijî êrîşên li ser xaka Sûriyê bisekirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Li dijî dagirkeriya Tirkiyê, ku xaka Sûriyê dike armanc, gelê me xwedî moralên bilind in."

Çalakiyên li dijî artêşa Tirk ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam in.

(eh)


Mijarên Din