Şêniyên Minbicê di nav çalakiyan de ne

Birîndarên şer tev li çalakiya konvedanê ya Minbicê bûn, gotin  ew amade ne fedekariyan bidin da ku dagirkeriyê ji axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê derxînin.

Çalakiya konvedanê ya li bajarê Minbicê  ya ji bo şermezarkirina sûcên dagirkeriya dewleta Tirk di roja xwe ya nehan de didome.

Bi dehan endamên saziyan û komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarê wê tevî birîndarên şer û şêx êlan tev li çalakiyê bûn.

Konê çalakiyê bi pankartên bi nivîsên ` Yekitiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê serkeftina Berxwedana Rûmetê mirsoger bike û dagirkeriya Tirk tine bike` û wêneyên şehîdan hate xemilandin.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navên rûspiyên êlan rûspiyê êla El-Şilaş Ibrahîm El-Şilaş, Yekitiya Rewşenbîran a Minbicê û gundewarê wê Ehmed El-Yûsif, Saziya Birîndarên Şer endamê rêveber Hemze El-Qube, Navenda Çandî endama rêveber Roza Ishaq û Komeleya Turkmen Casim Termûş axaftin hatin kirin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku dewlet Tirk a dagirker bi armanca guhertina demografiya herêmê û asîmlekirina wê êrişî herêmê dike.

Her wiha berxwedana şêniyan li gel êrişên dewleta Tirk silav kirin û diyar kirin ku cîhan li hember berxwedana gelên herêmê matmayî maye.

Di nav gotinên xwe de axaftvanan Tirkiyê bi êrişên xwe peymana NY`î binpê dike û banga rawestandina êrişan kirin.

Ji aliyê xwe ve birîndaran teqez kirin ku ew amade ne ji bo parastina herêmê fedekariyên din bidin.

Piştî axaftinan sînevizyonek girêdayî sûcên Tirkiyê yên hovane der herê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de hate pêşendan.

Piştî sînevizyonê, hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Fatme El-Ule helbesta xwe ya "Ez te dixwazim" xwend ku behsa şehîd Elewî yê ji bajrê El-Qirdaha yê Laziqiyê ya hatî û di Berxwedana Serdemê de şehîd bûye. zarokê bi navê Siracdîn El-Abo jî helbesteke xwend.

Di dawiyê de koma Nevanda Çand û Hunerê şanoyek şanoya xwe ya " Zaroktiya min biparêzin" pêşkêş kir. Şano rewşa zarokên di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê koçber bûne, dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din