Şêniyên Minbicê cenazeyê şehîd Elî El-Harûn oxir kirirn

Şêniyên bajarê Minbicê bi mersîmeke girseyî cenazeyê şehîd Elî El-Harûn şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê oxir kirin.

Şêniyên bajarê Minbicê bi mersîmeke girseyî cenazeyê şehîd Elî El-Harûn şervanê Meclisa Leşkerî ya Minbicê oxir kirin. Şervan Harûn di encama krîza dil de şehîd bûbû.

Şêniyan cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Firatê wergirtin û ber kerwaneke wesayîtan ber bi Goristana Şehîdan ve bi rêketin.

Li goristanê merasîm bi deqeyeke rêzgirtina leşkerî ji hêla şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê ve destpê kir.

Piştre fermendarê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibarhîm El-Hemdan axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. El-Hemdan soza berdewamkirina rêya şehîdan di têkoşîn û parastina destkeftiyan de yên ku bi saya têkoşîn û fedekariyên şehîdan pêk hatine dubare kir.

Paşê endama rêveber a Meclisa Malbatên Şehîdan Hesnaa El-Zahêr axivî û tekez kir ku bi saya şehîdan azadî û serkeftin pêk hat.

Endamê Dîwana Meclisa Qanûnsaz Adil Mihemed axivî û diyar kir ku şehîdan ji bo parastina welat û rûmeta gelê xwe canê xwe feda kirin û bi saya şehîdan şênî di nav ewlehiyê de ne.

Piştre wesîqeya şehadet şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Di dawiyê de hevalên şehîd cenazeyê hevalê xwe li Goristana Şehîdan veşatin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din