Şêniyên Minbicê beşdarî çalakiya konvedanê bûn

Şêniyên bajarê Minbicê çalakiya konvedanê di roja duyemîn de didomînin. Her wiha teqez kirin ku ew bi yekrêzî li hember zordarê Tirk disekinin.

Endamên Komîteya Tenduristiyê û Meclisa Qanûnsaz tevî şêniyên bajêr tevî çalakiya konvedanê bûn.

Di çalakiyên roja duyemîn gelek axaftin bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê endamê Dîwana Meclisa Qanûnsaz Adil Mihemed, Komîteya Tenduristiyê ya Minbicê û gundewarê wê cîgirê komîteyê Firyal Hesen, bi navê Hevalbendiya Neteweyî ya Demokratîk endamê Desteya Siyasî ya partiyê Ezîz El-Ebûd, serokê Saxiya Olan a Minbic û gundewarê wê Elî El-Cemîlî, bi navê Komîteya Şarederiyan hevserokê komîteyê Sacî Ebdilkafî û bi navê Şaredariyên Gundewar serokê Şaredariya Ebû Qelqel Xelef El-Musa hatin kirin.

Axaftvanan êrîşên artêşa Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî hedefgirtina kadroyên tenduristiyê û amabulansan û bikaranîna çekên qedexekirî şermezar kirin.

Axaftvanan di nav axaftinên xwe de berxwedana şervanên Hêzên Sûriye Demokratîk silav kirin û diyar kirin ku ew bi yekrêzî li rex tevahiya pêkhateyên gelê Sûriyê di berxwedana wan de li hember zordarê Tirk disekinin.

Her wiha axaftvanan hedefgirtina sivîlan ji tevahiya pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Suryan, Turkmen û Çerkez li ber çavên cîhanê wek qirkirinekê hesibandin.

Axaftvanan destnîşan kirin ku aloziya Sûriyê tenê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî pêkane û diyar kirin ku ew lihevkirina DYA bi Tirkan re red dikin û bang li civaka navdewletî kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û zextê li dewleta Tirk bikin.

Axaftvanan diyar kirin ku ew lihevkirina Hêzên Sûriye Dmeokratîk bi rejîma Sûriyê re erê dikin.

Axaftvanan berdewamkirina berxwedanê li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker teqez kirin û bang li tevahiya azadîxwazan û sûriyên xwedî serf kirin ku yekitiya axa Sûriyê biparêzin û bi erkên xwe ji bo aktîvkirina diyaloga Sûrî-Sûrî bînin cih.

Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Minbic û gundewarê wê helbestên ku banga berxwedanê dikin vegotin.

Di dawiyê de zarokê bi navê Siracdîn helbesta bi navê Histêra dayîka min vegot.

(şx)

ANHA


Mijarên Din