Şêniyên Mensûra banga sekinandina komkujiyan kir

Bi sedan şêniyên Mensûra êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkujiyên ku li dijî gelê wê pêk tîne, şermezar kir.

Xwepêşandan ji rêya El-Resafa ya navenda bajarokê El-Mensûra destpê kir û ber bi stada bajarok a başûrê bajarok ve çû. Bi sedan şêniyên bajarok, gundewarên derdor, şêx û rûspiyên eşîran tev Ii xwepêşandanê bûn. Di xwepêşandanê de pankartên şermezarkirina sûcên Tirkiyê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha wêneyên ku sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê û bi taybet bikarînana çekên qedexekirî di aliyê navdewletî pêk anîne belge dikin, hatin hildan.

Di xwepêşandanê de dirûşmeyên şermezarkirina Erdoganê faşîst û silavkirina berxwedana QSD`ê hatin berzkirin.

Xwepêşandan li stada bajarok veguherî mîtîngê. Di mitîngê de şêxê Eşîra El-Bû Xemîs Hisên El-Raşid û yek ji şêxên eşîreya El-Ewilda Abdulletîf El-Ferec gotin wan soz daye ew ê herêma bi saya şehîdan û şervanên QSD`ê hatiye rizgarkirin, biparêzin. Her wiha gotin ew ê di yek mewziyê bi hemû hêza xwe li dijî êrîşên dewlta Tirk a dagirker bisekinin.

Her wiha ji rêveberên Mala Gel a Mensûra Siûd Mihemed, hêzên Ewlekariya Hundrîn Diyala Hisên axivîn. Di axaftinan de îşaret pê hat kirin ku divê kesên sûcên şer li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anîne hesab ji wan were xwestin û bang li civaka navdewletî kir ku li hember komkujiyan bisekinin ji ber dewleta Tirk a dagirker ewlehiya tevahî herêmê tehdîd dike ne tenê ya Sûriyê.

Di dawiyê de projeya dewleta Tirk a dagirker ku armanca wê guhertina demografiya herêmê ye, koçberkirina şêniyan û talankirina mal û milkên wan ne, hat şermezarkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din