Şêniyên Mensora li benda pêkanîna soza çareserkirina pirsgirêkên kanalîzayonê ne

Şaredariya Gel a bajarokê Mensora, dest bi projeya guhartina torên kanalîzasyonê ya amadekariya sererastkirina rêyan beriya zivistanê, kir.

Şaredariya Gel a bajarokê Mensora ya ku dikeve gundewarên rojhilatê bajarê Tebqayê, dest bi projeyên xizmetguzariya ku dikeve xizmeta şêniyan, kir. Her wiha jî ji bo ku rewşa xizmetguzariyê ya ku şêniyan gelek azar di zivistanê de ji ber wê kişandine, pêk bîne. Pirsgirêkên herî girîng jî yên kanalîzasyon û rêyên bajarok in.

Şaredariyê, çareserkirina pirsgirêkana bi derfetên heyî hilda ser xwe. Da ku dest bi projeya sererastkirina torên kanalîzasyonê bike. Torên kanalîzasyonê bi dirêjahiya hezar û 450 m û li nava tevahî bajarok belav bûne. Di kanalîzasyonê de gelek pirsgirêkên wekî girtin û şikandina torên sereke hene.

Li gor şaredariya gel a bajarok, nuqteya herî sereke ji projeya kanalîzasyonê ku 45 rojan bidome, kolana sereke, sûka Mensora, taxa Bakur bi tevahî û nuqteya rasthatina tora sereke ye. Her wiha dê tevahî tor, bi torên nû yên bi stûra 60 cm bên guhartin.

Di zivistana borî de, li bajarokê Mensora rewşeke krîz der barê pirsgirêkên xizmetguzariyê de hebûn. Gelek kolan bi sedema lehiyan hatin girtin. Ji ber ku av di kanalîzasyonê re nediçû. Her wiha jî xebateke cidî jî ya çareserkirina vê pirsgirêkê jî tune bû.

Di vê demê dawîn de, Şaredariya Gel a bajarokê Mensora boriyên ku nuqteya kanalîzasyonê ya kolana Bijîşkan digihîne herêma rojava ya nêzî dibistana Qudis, guhartin. Her wiha ji ber ku pirsgirêkan hilweşîna erdê lê pêkhatibû.

Hevserokê Şaredariya Gel a bajarokê Mensora Elî Muhsin der barê astengiyên li pêş pêkanîna projeya kanalîzasyonê derdikevin diyar kir ku ax hildiweşe. Ji ber ku axa qûm e û xebatên kolandinê di astên kûr de pêk tên. Lê tevî wan astengiyan jî, proje li gor plana ku buroya xizmetguzariyan daniye, pêk tê.

Dê şaredarî li kolanên Dekatira, Neqabê û sûka navendî 38 kunên herikandina ava baranê ava bike. Ev kun jî nahêle gol di zivistanê de li kolanan çêbibe. Da ku şaredarî dûvre dest bi projeya xwe ya sererastkirina rêyên kort lê hene bike.

Şaredariya Gel a Tebqayê, zêdetirî 4 hezar û 850 torên kanalîzasyonê û 13 hezar û 500 torên avê guhartin. Ev jî li ser 2 merheleyan bi zêdetirî 200 roj pêk hat. Her wiha bi wê re jî 120 nuqte hatin çêkirin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din