Şêniyên li Şehbayê li ser dorpêça rejîma Sûriyê axivîn

Şêniyên Efrînê yên li kantona Şehbayê azarê ji dorpêça ku rejîma Sûriyê li ser wan ferz kiriye, dikişinin. Ji aliyekî din jî topbarana dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê ya li ser gundên ku şênî tê de ne didome..

Şêniyên Efrînê ji ber dagirkeriya Tirk neçar man ji warê xwe derkevin û li Şehbayê bicih bibin. Azarên Efrîniyan ji ber dorpêça rejîma Sûriyê ya li ser Şehbayê zêdetir bûye. Rejîma Sûriyê li ser berhemên ku ji herêmê derdikevin bacên pir mezin dibirin. Bi wê re jî biha zêde dibin û bandorê li şêniyan dike. Li rexê jî xwarin û bijîşk pir kêm derbas dibin.

Artêşa Tirk a dagirker rojane gund û navçeyên kantona Şehbayê topbaran dike û rewşê xetertir dike.

Şêniyê bi navê Îsam Hemade yê ji Efrînê ye ku niha  li kantona Şehbayê bi cih bûye, li ser ambargoya ku rejîma Sûriyê li wan ferz kiriye axivî û got: “Em jî welatiyên Sûriyê ne. Ev kiryar jî nîşaneya hedefgirtina yekîtiya gelê Sûriyê ye."

Şêniyê Mihemed Xilo ê ji Efrînê ye got: “Dagirkeriya Tirk û çeteyê wê bê navber gundên ku şênî têde hene, topbaran dike. Li rexê jî rejîma Sûriyê bacan li derbasbûna berheman dibire. Bi wê re jî rewş kembaxtir dibe."

Hêvîn Husên jî îşaret bi çembera li ser şêniyên li Şehbayê, kêmbûna madeyên xwarinê û tunebûna kar kir û wiha got: “Lê belê tevî wê jî em dixebitin da ku pêdiviyên xwe yên sereke peyda bikin."

Hêvîn Husên wiha bi dawî kir: "Armanca ambargo û çemberê ew e ku vîna gelê herêmê bişkînin. Lê belê gel di berxwedanê de bi israr e da ku vegerin Efrînê."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din