Şêniyên Kobanê sersaxiya malbata şehîd Mihemed Hac Xelîl kir

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê sersaxiya malbata şervanê Hêzên Xweparastinê şehîd Mihemed Hac Xelîl li taxa Xebat Kar a başur bajarê Kobanê kir.

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û endamên saziyên herêmî berê xwe da taxa Şehîd Xebat Kar a ku konê sersaxiyê lê hatiye vegirtin da ku sersaxiya malbata şehîd Mihemed Hac Xelîl ê ku di qezayeke trafîkê de şehîd bûbû, bikin.

Merasîma ku li pêş malbata şehîd li dar ketiye bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûvre endamê Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Herêma Firatê Osman Îbrahîm axivî û sersaxiya malbata şehîd û tevahî şehîdên şoreşê xwest.

Endamê Desteyê got: "Şehîdan canê xwe ji bo rizgarkirina welat ji qirêjiya terorê da. Niha jî em di rewşeke hesas de ne. Çavên dijmin li destkeftiyên me yên bi saya şehîdan bi dest ketine. Ji lew re divê her şêniyek li hember kesên tevliheviya li herêmê dikin, bisekine. Divê li rêça şehîdan bin heta pêkanîna serkeftinê."

Merasîma şehîd Mihemed Hac Xelîl a ku li Goristana Şehîd Dicle ya bajarê Kobanê hatiye veşartin, bi diruşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din