Şêniyên Kobanê sersaxî ji malbata şehîdên Berxwedana Rûmetê re xwestin

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê sersaxî ji malbata 4 şehîdên ku di êrişên dewleta Tirk di çarçoveya Berxwedana Rûmetê de şehîd bûn, xwestin.

Konê sersaxiyê li qada Goristana Şehîd Dicle ya li başûrê bajarê Kobanê hate vekirin. Sersaxî ji malbatên şehîd Mistefa Elûş (Nîbal Kobanê), Welîd Mihemed (Welîd Qizelî), Macid Mûsa (Demhat Rojava) û Fewaz Ehmed (Sebrî Kobanê), di êrişên çeteyan li ser gundê Şergirakê ya nêzî Eyn Îsa û gundên derdora bajarê Girê Spî şehîd bûn, re hate xwestin.

Di merasîma sersaxiyê de endamên saziyên Kobanê amade bûn, merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Endama Kongreya Star Leyla Ehmed axivî û wiha got: "Hemû dizanin ku çeteyên DAIŞ`ê di nav refên çeteyên artêşa Tirk de şer dikin, kes naxwaze balê bikşîne ser wê yekê."

Leyla wiha domand: "Tevî hemû komployan, em ê şer dewam bikin, heta ku em bigihêjin mafên xwe di jiyaneke bi rûmet û rizgarkirina hemû herêman ji dagirkeriya Tirkiyê."

Bi navê rêveberiya giştî ya dibistanên herêma Firatê Ednan Hiso axivî û wiha got: "Şehîd ên rêya me ronî dikin, ji laşê xwe pira azadiyê çêkirin."

Hiso destnîşan kir ku projeya ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê, projeyeke demokratîk e ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, her wiha Hiso îşaret bi girîngiya ku şêniyên herêmê bi yekrêziyê li pêşiya êrişên dijmin bisekinin, kir.

Merasîma sersaxiyê heta seatên êvarê dewam dike.

(jo)

ANHA


Mijarên Din