Ji bo gerîlayê HPGʹê Elî Nûrî (Andok Serhed) yê ku 27ʹê Mijdara 2022ʹyan, li herêma Metînayê şehîd bûbû, konê sersaxiyê li taxa Kanya Kurdan a bajarê Kobanê hat vedan.
Şêniyên Kobanê li qada Şehîd Egîd a naverasta bajar kom bûn û herikîn bin konê sersaxiyê.
Endamê Komîteya Rêveber a PYDʹê Salih Nûh di bin kon de axivî û bal kişand ser fedakariyên şehîdan û şehîd bi heqîqeta gelan pênase kir.
Nûh diyar kir îşaret bi êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser qadên gerîla kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar tînin û cîhan temaşe dike, tu kes ji dewleta Tirk re nabêje ji qirkirina gelên herêmê re bes e.ʹʹ
Nûh bi domdarî got: ʹʹBi saya keda şehîdan em bi aramî û azadî dijîn. Li hemberî alava faşîzma dewleta Tirk a dagirker divê em têkoşînê xurt bikin û ji gerîla re bibin palpişt ne bar bin."
Piştre nasnameya şehîd hate xwendin û radestî malbata wî hat kirin.
Piştre şêniyan berî dan konê sersaxiyê yê gundê Berx Batan ê başûrê bajarê Kobanê û ji malbata gerîlaya şehîd Eyşe Mihemed (Dîcle Rohat) sersaxî re xwest.
Di bin kon de merasîmeke hat lidarxistin. Nasnameya şehîd hat xwendin û radestî malbatê hat kirin.
Merasîm bi dirûşmên "Berxwedan jiyan e" û "Şehîd namirin" bi dawî bû.
(bb)
ANHA