Şêniyên Kobanê sersaxî da malbatên 4 şehîdan

Bi dehan şêniyên kantona Kobanê bi merasîmekê ku li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê hate lidarxistin, sersaxî ji malbatên 4 şehîdan re xwest.

Bi dehan şêniyên Kobanê berê xwe da konê sersaxiyê yê li Goristana Şehîd Dîcle ya li başûrê Kobanê ku sersaxiya malbatên 4 şehîdan bikin.

Şehîdên ku sersaxiya malbatên wan hatine kirin; Îbrahîm Mistefa ji Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Fewaz Kort (Ardal Amed) şervanê QSD’ê ku her du jî di dema li ser karê xwe bûn li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd bûbûn, Rabîa Abdulezîz Xelîl û hevjînê wê Mihemed Qadir jî di dema êrişên dewleta Tirk li dijî Girê Spî de şehîd bûbûn.

Merasîma şehîd Îbrahîm Mistefa û Fewaz Kort duh li Goristana Şehîd Dîcle li dar ket, merasîma şehîd Rabîa Abdulezîz Xelîl û hevjînê wê Mihemed Qadir jî xiyabî li dar ket.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre endamê rêveber ê Zanîngeha Kobanê Abdurehman Demir axivî û got: "Divê di dema pêş de ji dijmin haydar bin, ji ber siyaseta xwe guhartiye û siyaseta xedirkeriyê bi rêya êrişên qetilkirina kesayetên li herêmê bibandor bi kar tîne."

Demir wiha domand:  "Em ji pêkanîna hedefên xwe gav bi paş ve naavêjin, tu kes nikare sînoran ji me nexşe bike, tu tişt jî navê xwe Başûr an jî Bakurê Kurdistanê tune ye, tenê xakek bi navê Kurdistanê heye."

Li aliyekî din jî endamê Wezareta Ewqafê ya Herêma Firatê Mihyedîn Elî wiha got: "Xweda di pirtûka pîroz de gotiye kesên ji bo axê û azadiyê jiyana xwe ji dest bidin, şehîd û nemir in, ev ayet jî ji bo kesên xwe dikin qurbana xak û rûmetê daketiye."

Mihyedîn Elî wiha bi dawî kir: "Şehîdên me ji bo parastina rewan û xaka me şehîd bûn, divê parastina kedên wan bikin, îxanetan bişopînin, her wiha bi yek dest bin, ji ber çi qas dem biçe destê îxanetê kin e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din