Şêniyên Kobanê piştgiriya pêngava “Êdî bes e ji dagirkeriya Tirk re kir”

Şêniyên bajarê Kobanê piştgiriya xwe bi pêngava Êdî bes e ji dagirkeriya Tirk re, ya ku Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) dabû destpêkirin, ragihandin. Her wiha siyasetên koçberkirin û revandinê yên ku dewleta Tirk li herêmên dagirkirî pêk tîne şermezar kirin.

PYD`ê di 14`ê Îlonê de dest bi pêngava xwe ya li dijî sûcên hovane yên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê kir.

Şêniyên bajarên Kobanê nêrînên xwe girêdayî pêngavê ji ANHA`yê re rave kirin û ragihandin ku ew piştgiriya pêngavê dikin û piştrast kirin ku ew ê heta pêkanîna armancên pêngavê, piştgiriya wê bikin.

Şêniyê bi navê Salih Nûh got: “Îro em li vir in da ku peyamekê bidin dewletên ku mirovahiyê îdia dikin. Pêngavên şermezarkirinê berdewam in û em ji cîhanê re dibêjin, êdî bes e bêdengiya wê li hemberî sûcên ku li herêmên dagirkirî rû didin. Sûcên ku li dijî Kurdan têne kiriin, lekeyek li eniya civaka navneteweyî ye.”

Nûh wiha domand: “Êdî bes e koçberî. Dem dema azadiya ji zilma dewleta Tirk a dagirker e.”

Şêniya bi navê Ferîde Xelîl got: “Em ji bo Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û her herêmekê ku zilma dewleta Tirk dikişîne derdikevin. Em ji cîhanê re piştrast dikin ku em zilmê qebûl nakin û serî ji kesekî re natewînin. Em piştgiriya pêngava şermezarkirinê ya ku beriya çend rojan dest pê kiriye dikin. Em bang li hemûyan dikin ku tev lê bibin.”

Ferîde destnîşan kir ku dem hatiye hemû dakevin qadan û pirsî: “Gelo dewletên ku parastina mafên kêmneteweyan îdia dikin, çima li hemberî sûcên dewleta Tirk li herêmên dagirkirî li bakurê Sûriyê bê deng in?”

Her wiha şêniyê bi navê Hesen Mamo got: “Îro ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê û şermezarkirina sûcên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelê me li herêmên dagirkirî em li qadan in. Divê hemû dakevin qadan û desteka birayên xwe li herêmên dagirkirî bikin.”

Di dawiyê de Mamo bang li hêzên Kurd kir bibin yek û zilmê li ser gelê Kurd rakin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din