Şêniyên Kobanê: ENKS kaxizek di destê Tirkiyê de ye

Têkildarî serdana dawîn a ENKS’ê ji Efrîna dagirkirî re, şêniyan da zanîn ev serdan yek ji hewldanên têkbirina yekitiya Kurd û rewabûna dagirkirina dewleta Tirk a li Efrînê ye.

Beriya çend rojan, wêneyekî endamekî ENKS’ê ku tevî şandeyeke opozîsyonê serdana gorên çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker dikir, hate belavkirin. Heman kes bi kujerê sekretera Giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef re, civiya.

Ev yek piştî serdana ENKS’ê ji dewleta Tirk re pêk hat, ku di serdana xwe de bi berpirsên dewleta Tirk re civiya. Gelê Kurd li ser wê yekê nerazîbûna xwe nîşan da.

 ‘EZ BI WAN ÎTIRAF NAKIM, JI BER KU EW KAXIZA DI DESTÊ DEWLETA TIRK DE NE’

Welat Etê yê ji Kobanê wiha got: "Serdana ENKS’ê ya ji Efrîna dagirkirî re, peyameke dewleta Tirk a dagirker ji bo gelê Kurd e yê hewl dide yekitiyê pêk bîne. ENKS’ê li ser gorên çeteyan fatîhe xwend, ev jî reftareke pir çewt e. ENKS’ê bi vê yekê, rewabûnê dide dewleta Tirk a dagirker ku bajarên me dagir bike. Li şûna wê diviyabû serdana Rojava bikira û fatîhe li ser gorên 11 hezar şehîd bixwenda."

Etê ev pirs kir: "Heke endamên ENKS’ê bi rastî nûnertiya gelê Kurd dikin, wekî ku îdia dikin, wê demê ev serdana şantajkirina gelê Kurd nedikirin. Ez wek kurdekî bi wan îtiraf nakim, ji ber ku ew kaxizek di destê dewleta Tirk de ne, da ku dewleta Tirk pê fişarê li ser gelê Kurd bike."

 ‘ME JI ZÛ DE HÊVÎ JI VÊ MECLISÊ QUT KIRIYE’

Li aliyekî din jî Xalid Neisan got: "Di dirêjahiya dîrokê de dijminê me li nuqteyeke me ya lawaz digere û nuqteya me ya lawaz ya îro jî ENKS’ê ye, ku îdia dike ku nûnertiya gelê Kurd dike. Lê belê bi nêrîna min ENKS’ê nûnertiya xwe jî nake."

Neisan îşaret bi serdana endamên ENKS’ê ji Efrînê re kir û wiha berdewam kir: "Serdana ENKS’ê ji Efrîna dagirkirî û gorên çeteyan re piranî kesên ku bawerî bi meclisê dikirin ku nûnertiya wan dikir, hişyar kir. Lê diviyabû ENKS’ê li hundirê Rojava be û bangên yekitiyê bike û tevî partiyên dîtir yekitiyê ava bikin. Di wê demê de wê dengê wê bi hêsanî bigihîne gelê xwe. Bi nêrîna min, me ji zû de hêviya xwe ji vê meclisê qut kiriye."

Şêniya bi navê Emîn Elî jî wiha anî ziman: "Tişta ku ENKS’ê dike çewt e û divê em wek Kurd bi yek dest bin û ne bi dijmin re bin. Lê ENKS’ê destê xwe kiriye destê dewleta Tirk û rewabûnekê dide dagirkirina xaka me."

Elî bang li ENKS’ê kir ku dûr dijmin bikeve, lê heke na, dê ew jî bibin çete mîna çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker.

‘NE JI SÎFETÊN KURDAN E KU BIBE ALÎGIRÊ QETILKIRINA BIRAYÊ XWE’

Girêdayî mijarê, şêniya bi navê Bedîa Hemo wiha eşkere kir: "Divê ENKS’ê xwe li piştî dijminên me veneşêre, lê belê ji erkê wê ye ku vegere Rojava û li şûna serdana gorên dijmin axa xwe hembêz bike. Ji ber ne ji sîfetên kurdan e ku bibe alîgirê qetilkirina birayê xwe. Lê belê ji erkê wê ye ku li hember dijmin bisekine. Ez dibêjim ENKS’ê hûn çewt in, ji ber dijmin nabe dost."

(fr)

ANHA


Mijarên Din