Şêniyên Kobanê: Em ê xaka ku bi keda şehîdan rizgar bûye, biparêzin

Şêniyên bajarê Kobanê diyar kirin, dê li ser xaka ku bi saya qurbanên şehîdan hatiye rizgarkirin bimînin û heta nefesa dawî li rex QSD’ê wê xakê biparêzin.

Gefên aliyên ji derve, bi taybet ên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berdewam in. Di her firsetê de şêniyên herêmê jî tekez dikin ku dê ji bo parastina xaka xwe li rex QSD’ê bisekinin.

Şêniyên Kobanê jî di vê çarçoveyê de nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Şêniyê bi navê Şahîn Reşîd ê xwediyê dikana bazirganî wiha got: “Dema ku çeteyên DAIŞ’ê kantona Kobanê dagirkirin, em di vê tecrübeyê re derbas bûn. Lê belê bi saya şehîdan, tevahî herêm ji çeteyan hatin rizgarkirin. Niha jî em amadene li rex hêzên xwe  parastina xaka xwe bikin û nahêlin keda şehîdên me vale biçe.”

DAIŞ’ê di Îlona 2014’an de êrîşî Kobanê kir. Lê belê li bajarê Kobanê yê biçûk ê li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê cara yekem DAIŞ têk çû. Berxwedana li dijî van çeteyên dijminê mirovahiyê 4 mehan dom kir.

Şêniyê bi navê Ehmed Hec Kindo got: "Mafê kesî tine ku bikeve xaka me ya bi keda şehîdên me rizgar bûye. Em her tim banga aştiyê dikin. Me êrîşî ti kesî nekiriye. Lê belê heke kesekî êrîş anî ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê di refên yekemîn û eniyên şer de parsatina xwe bikin."

Şêniyê bi navê Fîras Eto jî wiha diyar kir: "Em êrîşên derve li xaka xwe qebûl nakin. Em ê li rex hêzên xwe parastina projeya aştî û parastina sînorê xwe ji terora derve bikin."

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din