Şêniyên Kobanê berê xwe didin Girê Spî

Şêniyên bajarê Kobanê bi karwanekî ji erebeyan berê xwe didin bajarê Girê Spî da ku piştgiriyê bidin şêniyan û tev li konê mertalên zindî bibin.

Şêniyên kantona Kobanê berê xwe didin bajarê Girê Spî ku ji şevê din ve ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve tê topbaran û bombebarankirin, da ku tev li çalakiya konê mertalên zindî bibin ku li gundê Silûk ê kantona Girê Spî hatiye vedan.

Şênî li avahiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kobanê kom bûn û ji wê derê berê xwe da bajarê Girê Spî da ku piştgiriyê bidin şêniyan û li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker bisekinin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din