Şêniyên Kobanê banga yekitiyê li hêzên siyasî yên Kurdî kirin

Şêniyên Kobanê hêvî dikin ku hêzên siyasî yên Kurdî bibin yek û bighêjin çareseriyeke ku dawî li parçebûna di navbera partiyên siyasî yên Kurdî de bîne.

Şêniyên bajarê Kobanê derbarê yekîtiya netewî ya Kurdî de nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Feysel Mihemed anî ziman ku yekîtiya Kurdî ji bo gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê gelekî girîng e û got: "Diviyabû ji zû ve partiyên siyasî yên Kurdî yekitiya xwe ava kiribana, ji ber yekîtî çareseriya tekane ji bo bidawîkirina hemû nakokî û rageşiyan e."

Dirxam Bisrawî jî destnîşan kir ku di vê pêvajoya nazik de ku herêm tê re derbas dibe yekîtiya Kurdî û avakirina lêvegereke siyasî yekbûyî mijareke gelek girîn e, diviyabû ku partiyên Kurdî ji zû ve bibana ye.

Dirxam wiha domand: "Em Kurd divê hemû pirsgirkên xwe û nakokiyên teng ên partiyetî çareser bikin da ku mafên xwe bidest bixin."

Xanim Hesen hêvî kir ku yekîtiya netewî bê avakirin û kedên li ser erdê têne kirin bi avakirina yekitiyê pêk werin û got: "Heger em ji dil û giyan nebin yek em ê biser nekevin."

Xanim bal kişand ser gefên li dijî Kurdan têne kirin û wiha anî ziman: "Bes e dijmin bi çarenûsa Kurdan dilîze, dem dem e ku em li hemberî dijmin bibin yek da ku navê xwe bidest bixin."

ANHA


Mijarên Din