Şêniyên Kobanê banga derxistina artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî kir

Şêniyên Kobanê destnîşan kirin ku dewleta Tirk destkeftiyên şoreşê dike hedef û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ku erkên xwe bi cih bîne û artêşa Tirk û çeteyên wê ji herêmên dagirkirî derxîne.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê di nava bêdengiyeke navnetewî de sûcên xwe li dijî sivîlan, jin û zarokan bi taybetî li herêmên dagirkirî didomîne, her wiha hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û tevî xaka xwe bike.

Şêniyên kantona Kobanê dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li herêmê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî binpêkirinên wê şermezar kirin. Her wiha bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku erka xwe bi cih bînin û sûcên dagirkeriyê rawestînin.

Oldarê bi navê Mehmûd Osman destnîşan kir ku ola îslamê ola biratî, hezkirin û aştiyê ye, lê hin serok mîna Serokkomarê Tirkiyê Erdogan di bin navê îslamê de sûcên li dijî mirovan pêk tînin û welatan dagir dikin û wiha domand: "Erdogan DAIŞ derbasî Sûriyê kir û desteka da wê. Dema ku planên wê têk çûn û hêza DAIŞ'ê şikest artêş û çeteyên xwe derbasî xaka Sûriyê kir û dagir kir, pê re sûc û binpêkirinên dermirovî li dijî jin û zarokan pêk anî, heta darên zeytûnan jî ji hovîtiya wan nefilitî."

Mehmûd Osman bang li Neteweyên Yekbûyî, rêxistinên mafên mirovan û Kongreya Îslamî ya Cîhanê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin, erkên xwe bi cih bînin û ev tişt got: "Binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan li dijî nirxên mirovî û olî ye. Gelo ji van binpêkirinan mafên mirovan û nirxên mirovahiyê kanî?"

Welatiyê bi navê Hesan Miho binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî şermezar kir û wiha got: "Ez binpêkirinên dewleta Tirk a dagirker ên li Serêkaniyê, Efrîn û Girê Spî ji koçberkirina bi zorê, qetilkirina jin û zarokan, sûcên çeteyên wê yên qetilkirin, revandina sivîlan û talankirina milkên wan şermezar dikim. Ev binpêkirin di nava bêdengiyeke navneteweyî de pêk tên."

Ciwana bi navê Rojîn Elî sûcên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî jin û zarokan li Efrîn û Serêkaniyê şermezar kir û got, dewleta Tirk bi van binpêkirinên li dijî jin û zarokan û bi şerê taybet ê li hemberî ciwan û civakê destkeftiyên şoreşê dike hedef.

ANHA


Mijarên Din