Şêniyên Kobanê azara aloziya sotemeniyê dikişînin

Şêniyên Kobanê ji ber kêmbûna sotemeniyê li stasyonan, bi taybet ên benzînê, azaran dikişînin. Gerînendetiya Sotemeniyê ya herêma Firatê soza çareserkirina aloziyê da.

Di van çend rojên dawîn de şêniyên Kobanê azara kêmbûna sotemeniyê, bi taybet benzînê, dikişînin. Her wiha di vê dema dawiyê de êdî li kantonê benzîn pêr kêm bûye, heke hebe jî ne baş e, ji ber ku mazot tev lê ye.

Rojane şênî di dora sotemeniyê de ne. Ehmed Misko ji şêniyê Kobanê ye û got di wergirtina benzînê de bi sedema qerabalixa şêniyan li stasyonên sotemeniyê azaran dikişînin, heke wergirin jî tê de mazot heye.

Ehmed Misko bang li Rêveberiya Xweser kir ku divê sotemenî li tevahî stasyonan hebe û wiha pirs kir: "Gelo çima benzîn tenê li stasyonekê tê belavkirin."

Zêdetirî 7 stasyonên sotemeniyê li bajêr hene, piranî benzîn li stasyonekê tê belavkirin. Bi wê re jî qerabalix di dema wergirtina benzînê de çêdibe.

Umer Dawûd jî wiha got: "Mazot kêm e û ne baş e. Her wiha benzîn jî bû sedema xirabbûna gelek erebe û motorsîklêtan ku tê de mazot heye."

Dawûd bang li aliyên pêwendîdar kir ku dest tê werdin ku pirsgirêka sotemeniyê çareser bikin.

Li aliyekî din jî cîgirê hevserokatiya Gerînendetiya Sotemeniyê ya Herêma Firatê Salih Remedan got ew vê mijarê dişopînin û soz daye şêniyan ku benzînê bi radeya baş di nava 20 rojan de peyda bikin. Remedan bi bîr xist ku sedema kêmbûna mazotê ji ber belavkirina mazota sobeyan li ser şêniyan e.

Mijara kêmbûna sotemeniyê li Kobanê pirî caran di nava şêniyan de dikeve nîqaşê. Her wiha li bajêr sotemenî kêm dibe û şênî ji ber wergirtina sotemeniyê azaran dikişînin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din