Şêniyên Holê: Yekitî rêya tekane ya jiyana aştiyane ye

Şêniyên navçeya Holê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên herêmê bê deng nemînin û got yekitî rêya jiyana hevbeş û sekinandina li hember komployên li dijî pêşeroja wan e.

Meclisa navçeya Holê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk û sûcên wê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, meşek li dar xist. Bi sedan şêniyên navçeyê, endamên saziyên sivîl û hêzên leşkerî tev li meşê bûn.

Di meşê de dirûşmên şermezarkirina sûc û êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin û pankartên xurtkirina berxwedanê û rizgarkirina Efrînê, alên QSD`ê û Kongreya Star hatin hildan.

Meş li çerxerêya sereke ya navçeyê veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de bi navê Meclisa Navçeya Holê daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka meclisê Sacîda Hesen ve hat xwendin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rejîma Tirkiyê sûcên li dijî gelên herêmê didomîne û xetereyeke mezin li ser dewletên herêmê çêdike.

Her wiha hat destnîşankirin ku sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne di vê astê de nasekinin, dewleta Tirk bi awayekî nerewa avê ji ser Sûriyê qut dike.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dewleta Tirk bi sûcên ku dike, pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike.

Her wiha hat tekezkirin ku yekitî rêya tekane ji bo jiyana aştiyane û sekinandina li hember hemû komployên li dijî gelên herêmê û pêşeroja wan e. Di dawiyê de bang li civaka navneteweyî, rêxistinên mirovî û mafnas hat kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkevin tevgerê.

Paşê bi navê PYD`ê şaxê kantona Hesekê Mustefa El-Ehmed wiha axivî: "Em ji bo hemû gelan îro li vir kom bûne. Em sûc û êrişên dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê, Iraq û Lîbyayê şermezar dikin."

Mustefa El-Ehmed di dawiyê de got dewleta Tirk şêwazên şerê taybet û şerê leşkerî pêk tîne da ku armancên dewletên desthilatdar û hêviya xwe di têkbirian Rêveberiya Xweser de bi kar tîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din