Şêniyên Holê dixwazin çeteyên DAIŞ`ê ji kampê derkevin

Şêniyên navçeya Holê, ji ber ku çeteyên DAIŞ`ê metirsiyê ser jiyana wan çêdikin, banga veguhastina çeteyên DAIŞ`ê ji kampê ber bi deverên ji wan re hatine veqetandin, kirin.

Banga şêniyên piştî ku endamekî Hêzên Ewlehiya Hundirîn berî du rajan ji aliyê jineke DAIŞ`ê ve bi kêrê haitne birîdarkir hate.

Hêjayî bi bîr xistinê ku kampa Holê mezintirîn kampên li Sûriyê ye, 45 km dikeve rojhilatê navenda kantona Hesekê û zêdetirî 70 hezar malbat di nav de jî malbatên çeteyên DAIŞ`ê jî hene ku ji zêdetirî 45 dewletên cuda ne, dihewîne.

Têkildarî mijarê şêniyan gotin bi zêdebûna hejmara malbatên DAIŞ`ê ku xwedî fikirên tundrew in li kampê, metirsî li ser wan çêdike.

Di vê derbarê Silêman Hesen Yusif ku ji navçeya Holê yê got: “Piştî DAIŞ ji aliyê cografî ve hatin tunekirin, hêj metirsî ji çeteyan heye."

Yusif wiha axaftina xwe berdewam kir: "Tevî danûstandina mirovî û exlaqî ya ku rêveberiya kampê û Hêzên Ewlehiya Hundirîn bi çeteyên li kampê dimîn re  dikin jî, em dibînin ku bertekên çeteyan tund in û dev ji fikirên DAIŞ`ê yên tundrew bernadin."

Yusif wiha dirêjî da axaftina xwe: "Êdî kampa Holê  metirsiyê ser herêma Holê çêdike."

Silêman Hesen Yusif di dawiya axaftina xwe de bang li aliyên peywedîdar û rêveberên kampê kir ku kampê ji navçeya Holê veguhazînin.

Her wiha welatiyê bi navê Newaf Mihemed El-Mihemed ku ji şêniyê naçeya Holê ye, kampa Holê wiha wesf kir:"Bombeyeke ku wê bi biteqe"her wiha bûyera birîndarkirina endamê Hêzên Ewlehiya Hundirîn a ku ser destê jineke DAIŞ`ê hate pêkanîn, bi bîr xist."

Mihemd wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî ku di qada leşkerî de çeteyên DAIŞ`ê bidawî bûne, lê tevî vê yekê hêj şaneyên veşartî hene û jinên DAIŞ`ê li kampê metirsiyeke mezin çêdikin."

Di vê çarçoveyê de yek ji rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn a taybet bi ewlehiya kampa Holê re Esad Mihemd got: "Em bi hemû derfetên xwe hewla kontrolkirina ewlehiya kampê dikin, em li ser bingeha Netewa Demokratîk bi wan re didin û distînin."

Mihemd tekez kir ku ji ber jinên DAIŞ`ê hêj xwedî fikirên çeteyên DAIŞ`ê ne, zehmet e ew bi wan re bidin û bistînin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlehiya Hundirîn Esad Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Cilên jinên DAIŞ`î reş in û rûyên xwe dinixumînin, naskirina wan zor e."

Hêjayî bi bîr xistinê ku duh Cîgirê  Fermandarê Koalîsyona Navdewletî Alexos Greenwich di hevdîtineke taybet de ya bi Endibind Net re, îhtîmala rûdana tundrewiya li kampan wiha wesif kir:" Di şerê li dijî komên terorîst de yên dervî operasyonên leşkerî yên berdewam, mezintirîn metirsî ye û domdar e."

(eh)

ANHA


Mijarên Din