Kongreya Star şaxê bajarokê Heyşê bi boneya salvegera damezrandina xwe, şahiyek bi beşdariya bi sedan şêniyên Heyşê û gundewarên wê yên li kantona Girê Spî li dar xist.
Şahî li dibistana rojhilat a li Heyşê li dar ket û bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê berdevka Kongreya Star şaxê Girê Spî Xilûd Cedûa salvegera damezrandinê li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.
Xilûd piştrast kir ku Kongreya Star di rêxistinkirina jinan û tevlêbûna wan ji qadên siyasî û leşkerî re her wiha rizgariya wan ji hişmendiya mêrên desthilat de roleke erênî lîst.
Di dawiyê de helbestên silavkirina vîna xurt a jinan û stranên gelerî hatin vegotin.
TIL BERAK
Li navçeya Til Berakê jî bi heman armancê şahiyek li hola Navenda Kongreya Star a navçeyê û bi beşdariya bi dehan kes û endamên saziyên civaka sivîl hate lidarxistin.
Şahî bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre endama rêveber a rêveberiya Kongreya Star Gulîstan Gulo axivî û salvegera damezrandina Kongreya Star li beşdaran û li tevahiya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên têkoşer ên banga azadî, adalet û wekheviyê dikin, pîroz kir. Gulîstan Gulo di dawiya gotina xwe de anî ziman ku Kongreya Star tevgereke rêxistinkirî ya jinan e û jinên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêxistin dike.
Di dawiya şahiyê de koma Çand û Hûnerê ya Til Berakê stran pêşkêş kirin û govend hate gerandin.
(eh)
ANHA