Şêniyên Hesekê piştgiriya xwe ji berxwedana Heftenînê re nîşan da

Bi sedan şêniyên Hesekê bi meşekê êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin û piştgirî da berxwedana Heftenînê.

Komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê ji bo piştgiriya berxwedana Heftenînê meşek organize kir. Bi dehan şênî beşdarî meşê bûn.

Endamên Komîteya Çand Û Hunerê bi cil û bergên folklorî û amûrên muzîkê meşiya û bi drûşmeyên silavkirina berxwedana Heftenînê û şermezarkirina dagirkeriya Tirk berz kirine. Her wiha pankartên "Faşîzma Tirkiyê li ser ewlehiya cîhanê xeter e, bi hev re em li dijî terorê bisekinin" vekirin.

Girse li pêşiya Navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li taxa Miftî deqeyek rêz girt. Serokê Meclisa Leşkerî ya Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen axivî û got: "Ev meş pîroz e, ji ber ku serhildana li dijî dagirkeriya Tirk e. Divê em çalakiyên xwe li hemberî dagirkeriyê berdewam bikin. Divê hemû pêkhateyên herêmê ji bo rizgarkirina herêmên xwe di rêzekê de bin."

Şêx Hesen bang li gelê Kurd kir ku ji bo azadiya xwe her çar parçeyên Kurdistanê bikin serhildan.

Endamê Rêveber ê Komîteya Çand û Hunerê ya Kantona Hesekê Mihemed Cûdî axivî û got, serkeftina berxwedana Heftenînê serkeftina hemû parçeyên Kurdistanê ye, ji ber vê divê her kes destekê bide berxwedana Heftenînê da ku bigihêjin Kurdistaneke azad.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din